Bi boneya bidawîkirina sala xwendinê bi hezaran xwendekarên Efrînê yên li herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa şahî li dar xist.
Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) li herêma Şehbayê li navçeyên Til Rifet, Ehres, Fafîn, Kefernaya, Şêrawa û gundên girêdayî wê bi boneya bidawîkirina sala xwendinê şahî li dar xistin. Bi hezaran xwendekar beşdarî şahiyan bûn.
Di şahiyan de bawername ji aliyê mamosteyan ve li xwendekaran hatin belavkirin.
Paşê ji aliyê xwendekaran ve li ser Berxwedana Serdemê helbest hatin pêşkêşkirin. Her wiha koma dîlanê govend pêşkêş kirin û ji aliyê koma muzîkê ve stran hatin gotin. Şahî bi govendê bi dawî bû.
ANHA/ŞEHBA