FARUK SAKIK


Helebce: Bajarekî biçûk li Rojhilata Navîn. Bajarekî pêşketî.  Têkiliyên mirovan, yên jin û mêran bi awayekî medenî ne li vir. Bi axa xwe ya reş deşteke bi bêhn û bereket. Li aliyê bakur çiyayên bilind û berfîn. Li bakurê vê herêmê sînorê Îranê heye. Herêmek stratejîk e. Ji ber van sedeman Helepçe, di şerê Îran û Iraqê de bû wek eniya şer. Ev şerê ku Kurd ne alî bûn, li ser axa wan pêk dihat. Şer dewam dikir û Kurdan zirar didîtin. 

Roj hat, di şerê Iraq-Îranê de, roja leşkerê Iraqê li vê herêmê ketin tengasiyê û vekişiyan, zordest Seddam têkoşîna pêşmergeyên Kurd kir bihane û bajarê Helepçeyê kir hedef. Ji bo komkujiyê amadekarî dihatin kirin, fermandarê artêşa Baas’ê herêmê wê demê Elî Hesen El-Mecîd ku ji aliyê Kurdan ve wek Elî Kîmyewî dihat binavkirin di nav liv û tevgerê de bû. 

Û dem, 16’ê Adarê sala 1988’an. 

Saat derdora 11:00’an. 

Cih Helebce. 

Wê rojê Kurdên li Helebce dijîn di bêdengiyekê û bi karê xwe yê rojane re mijûl bûn. 

Destpêkê dengê balafiran, piştre ewrek reş û piştre jî baranek barî. Balafirên şer ên artêşa Iraqê, bombeyên kîmyewî li ser Helepçeyê barandin. Bombebarana kîmyewî 3 saetan dom kir. Bêhneke wek sêvên rizî li ser Helepçeyê belav bû. Mirovan nikaribûn nefes bistînin. 


‘Kuştin’ li Helebcê kuştin

Di encama bombebaranê de, piranî zarok û jin, 6 hezar 357 Kurd hatin qetilkirin. 14 hezar 765 kes birîndar bûn, ew qas jî ji ber çekên kîmyewî seqet man. Yên mayî bi çiya ketin, berê xwe dan sînorên Îranê, li ser rê û rêbara pêrîşan bûn. Yên ku ber bi çiyayê Şinirvên ve baz dan rizgar bûn. Lê yên ku ber bi Gundê Anep ve baz dan hemû mirin. Ji ber ku ba ji wî alî ve dihat û gaza kîmyewî jî bi xwe re dianî. Ew der ji bo wan bû goristan. 

Hawirdor hate jehrîkirin, erd û avên herêmê, dar û teraş, giya, heywan û bi kurtî hemû organizmayên zindî ji vê êrîşa hov para xwe standin. 

Şopên jiyanê yên li Helepçeyê yek bi yek winda bûn. Ev komkujî piştî Hiroşîma û Nagazakî di dîroka mirovahiyê komkujiya herî mezin bû. 


‘Li her derî laşê mirovan hebûn’

Dem: 21’ê Adarê sal 1988. Saet, li derdorê 11’an. Cih; Helebce. Rojnamevanên cîhanê li Helepçeyê ji komkujiyê re şahidî dikirin. Dema komkujiyê Ramazan Ozturk li Îranê nûçegihanê şerê Îran û Iraqê bû. Adara sala 1988’an dema ku agahiya komkujiya Helepçe digire, 21’ê Adarê, ew û komek rojnemevan maske û dermanê panjehriyê digirin, bi 2 balefiran derbasî Helepçe dibin û dibin yekem şahidên komkujiyê. 

Ramazan Ozturk wiha behsa wê rojê û wê êşê dike: “Dema em hatin cihê bûyerê 4 roj derbas bibûn, lê ew hovitî bi hemû rengê xwe hê zindî bû. Li navçe û gundên derdora Helepçeyê, mirovan di encama bombebarana kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabûn. Min digot ku derveyî bajêr wiha be gelo navenda bajêr niha di çi rewşê de ye. Ditirsiyam. Dema em ketin bajêr, hemû kolan û derdor bi cesedên mirovan û ajalan tijî bibû. Mirovek herî dilsar jî nikaribû li hember vê wehşetê bêdeng maba. Mûyê laşê mirovan dibûn şûjin. Dema min wêne dikişand ez digiriyam. Min digot xwedê tu carek din tiştek wiha nîşanî min nedî.”


Bavekî kurê xwe himbêz kiribû

Lê ew bi israr li dîmenek bi taybet digere ku hemû mirovahî bi vê komkijiyê agahdar bike û dît. 

“Min digot ez çawa dikarim vê komkujiyê wêneyan bidim îfadekirin. Em bi kêliyan re ketibûn nava pêşbaziyê. Dema me tine bû. Balefirên Iraqê li ser me digeriyan. Di vê demê de ez rastî vî wêneyê ku me wek “şahidê bêdeng” binav kir hatim. Omer Hawar û kurê wî. Li ber derî bavekî kurê xwe himbêz kiribû. Min got, aha ev e, wêneyê ku komkujiya Helepçeyê bi cîhanê bide nasandin ev e. Û min dest bi kişandina wêneyan kir. Min wisa dikişand, her çendî eskeran bangî min dikir jî min dest jê bernedida. Û min dewam dikir, wisa ku herî dawî hatin ketin milê min û ez ji wê derê dûr xistim” Ev wêne di çapameniya cîhanê de bi navê ‘şahidê bêdeng’ hat weşandin. Bav û kur. Û vî wêne şahidiya “komkujiya kîmyewî ya li Helepçeyê” dikir. 

Piştî ku ev fotograf hat weşandin rejîma Baas diçe Helepçê, derî û pêpelûka ku Omer Hawar li ser jiyana xwe ji dest dayî xera dike. 

Piştî ku ev wêne di medyaya cîhanê de hat weşandin, Ramazan Ozturk ji bo wêneyê xwe yê “şahidê bêdeng” xelat girt. Fotografê şahidê bêdeng bandorek mezin çêkiribû ku Saddam Huseyin har kiribû û erişî noqta vî fotografî kiribû. 


Gefan lê dixwin

Piştî 21 salan, rojnamevan Ramazan Ozturk jî amedekariya şahidiya duyem dikir. Dema ku ew roj bahata ewê li dadgehê di doza darizandina Saddam Huseyîn û Elî Kîmyevî de şahidî bikira. Û wisa kir.

Dem 18’ê Adara 2009’an, vê carê cih Dadgeha Cezayê Bilind a Bexdayê. Saat derdorê 11:00’an. 

Ramazan Ozturk li vê dadgehê şahid e. Li ber wî wêneyên komkujiyê yên ku wî kişandiye û li hember wî, berpirsyarê komkujiyê Elî Hesen El Mecîd, bi navê din Elî Kîmyewî li ser kursiyê sûcdariyê rûniştiye. 

Ramazan Ozturk û wênekêşa xwe li wê dadgehê şahidî dikin. Wêneyên komkujiyê yek bi yek di ekranê de tên nîşandan. Saetek û 50 deqe li wê derê dimîne. Bi heman wênekêşê, wêneyekî yê Elî Kimyewî jî dikişîne. Piştî ku ji dadgehê derdikeve di hevpeyvînek de jê dipirsin tu natirsî, bersivek wiha dide: 

“…Wê demê jî rayedarên balyozxaneya Iraqê yên Enqereyê li min geriyan û ez vexwendim Iraqê. Mebest ew bû ku min bikişînin wê derê û li wê derê jî min winda bikin. Dema min qebûl nekir, demek şûnde li min geriyan û gotin; “Em ê çeka pereyan bidin te û tu bi dilê xwe hejmara miqtara pere ji xwe re binivîsîne, lê li hemberî vê yekê divê tu van wêneyan tune bikî û nivîsan li ser nenivîsî. Min got ku hûn nîvê Iraqê jî bidin min , ez qebûl nakim. Wek tê zanîn, telefon têne guhdarkirin dema ku min qebûl bikira wê ez rezîl kiribima. Demek din ji MÎT’ê hin kes hatin gotin tu ji aliyê ajanên Iraqê ve tê şopandin. Min got wê demê min biparêzin. Niha jî ditirsim lê nabe ku ji bo dozeke dîrokî şahidî nekim. 

Ramazan Ozturk, piştî ku şahidiyê dike car din derbasî Helepçe dibe û li vê derê sala 1988’an ji nû ve dijî. 

Diçe serlêdana -Muzeya Komkujiya Helepçê- û li vê derê bi merasîmekê wênekêşa ku bisalan bû veşartibû diyariyî muzeya komkujiya Helepçê dike. 

Demek dirêj bû ku hukumeta herêma Kurdistan ev makine jê dixwest lê wî nedida, li benda roja dadgeha Elî Hesen El Mecîd bû. 

Ev makîne anha li muzeya komkujiyê li koşeyeke taybet hatiye bicihkirin. 


‘Mirinê li ber derî pêşî li wan girt’

Ramazan Ozturk di serdana xwe ya Helepçeyê de rastî peykervanê ku wê wêneyê wî yê bi navê Şahidê Bêdeng bike peyker tê. Û pirsa çima peykerê vî fotoyê ji wî dike, bersivek wiha digire: “Bav ji bo parastina kurê xwe giraniya xwe daye ser pêşiya derî ku zarok di bin giraniya wî de nemire.” Û dîsa li vê derê çîroka jiyana Emer Hawar dibihîse. 7 keçên Emer Hawar hebûn. Daxwaza wî her dem ew bû ku kurek wî çêbibe. Û du kurên wî yên cewî çêdibin. Di komkujiyê de ji bo kurekî xwe rizgar bike ber bi derve bazdide. Dayik jî dixwaze zarokên xwe bi komyona xezûrê xwe rizgar bike. Emer Hawar tenê dikare hetanî ber deriyê nimaraya 47’an bibeze û li wê derê jiyana xwe ji dest dide. Di bin avahiya 47’an de stargehek hebû. Negihiştiyê. Mirinê li ber derî pêşî li wan girt. 


Li ser Kurda hîn komkujî didomin

Li ser qetlîama Helebçe ve 29 sal derbas bûn; Hêj jî bi hezaran kes ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe bi nexwesî û seqet didomînin. Îro hêjî bi hezaran kes bi tiravmayên qetlîyamê jîyana xwe didomînin. Zarok ji dîya xwe seqet û mirî tên dinyayê, mirina zarokan ji derên din gelek zêdetire. Tesîra çekên kîmyewî li ser av û erdnîgariyê dom dike. 

Ev komkujiya bi çekên kîmyewî, ku di sala 1988’an de li ber çavên dinyayê li dij gelê Kurd pêk hat, sucê şer û jenosîdê bû. Lê li tu deverekê kesî midaxleyî vê dîktatorî nekir. Dîktatoriya Saddam di sala 1991’an de piştî berjewendiyên rojavahiyan ketin rojevê. Piştî komkujiya Halepçe li hin deverên Kurdistan komkujiyên nû pêkhatin. Lê Kurd, îro bi awayekî xurttir li dijî van komkujiyan têdikoşin.