Biroyê Heskî Têlî ango Birahîm Paşayê pêşawa, Heskîzade Birahîm… Tê gotin ku di 25’ê Tirmeh a 1931’ê de li Rojhilatê Kurdistanê li Kaniya Reş ligel birayê xwe Eyup Paşa û Ferzende Beg hatiye kuştin. Birahîm kurê Heskî û Têlî ye. Ji ber vê yekê hem bi navê dayika xwe hem bi navê bavê xwe tê nasîn. Di Şerê Cîhanêyî Yekemîn de li dijî Rûsan têdikoşe û piştî şer li Bazidê bi cih dibe. Tê gotin ku dema Serhildana Şêx Seîd Biroyê Heskî Têlî jî tevlî dibe. Bi têkçûna serhildanê re Biro li Çiyayê Agirî bi cih dibe û Êlên Hesenan û Celaliyan ji bo serhildana nû bi rêxistin dike. Yekemîn serhildana Agirî ku di navbera 16’ê gulanê û 17’yê hezîrana 1926’an de pêk tê li dar dixe. Di 28’ê cotmeha 1927’an de bi alîkariya Xoybun serhildaneke nû dest pê dike. Xoybun Îhsan Nûrî Paşa ji bo alîkariyê dişîne cem Biro. Komara Agirî dadimezirînin û Birahîm Heskî Têlî dibe Serokwezîr. Lawên Biro Emer, Dawud, Êlhamî û birayên wî Ehmed û Eyup jî di nava şervanan de ne. Şerên giran rû didin dewlet bi balefiran bombe û mixan li ser şervan û êlên wan ve direşîne û di encama vî şerê giran de dayika Biro Heskî Têlî Xanima Agirî, bira, zarok û xizmên wî jiyana xwe ji dest didin. Biro ligel birayê xwe Eyup xwe dispêre Rojhilat û yên li paş dimînin jî sirgûnî Burdur, Denîzlî û Antalya tên kirin.


Zeyneba keça Eyup Axa

Zeyneba keça Eyup Axa (Zeynep Ozkan) ku di dema Serhildana Gilîdaxî (Agirî) de 10 salî bûye û hê jî dijî dema behsa serpêhatiya xwe dike bê hemdê xwe rondikan dibarîne. Ev dayika ku gelek êş û azar kişandiye gelek bûyerên wê demê wek îro bûbin vedibêje. Tiştê balkêş jî ew e ku piştî Dayika Zeyneb û ligel malbata xwe ji Agirî sirgûnî Burdur dikin demekê, ji Erdîşê ji Geliyê Zîlan jî bi qenderê 50-60 kesî tînin heman gundî. Zeyneba Agirî û Dînoyê Geliyê Zîlan li vir dizewicin. Her dû jî bi meselokên qirkirinê mezin û kal û pîr dibin. Dîno piştî sirgûniyê li Erdîşê diçe ser dîlowaniya xwe; lê dayika Zeynep ku di nasnameyê de ji dayikbûna wê 1921 e; lê tê gotin nêzî 100 sal kiriye hê jî li ser piya ye.

Em 10-15 kes xilas bûn

Dayika Zeyneb hem serpêhatiya xwe hem jî rewşa gelê Kurd ya îro bi dilgermiyek mezin vegot. Dayika Zeyneb wisa qala serhildanê dike: “Ez 10 salî bûm. Bavê min min û xwişka min li hespê siwar kir ku em herin Êlê. Got dengê tifinga Birahîm axa tune. Ezê herim hewara wî. Piştî demekê em winda bûn. Şêx Evdilqadir (Kurdê Rojhilat e û tevlî serhildanê bûye) me dît. Me her dû xwişka bir çû cem bavê min. Gazî bavê min kir got Sofî (Eyup Paşa) were min ji te re du hediye anîne. Bavê min got hûn çawa hatine me got wele em winda bûne. Em hilda çûne Êlê. Ew çû hewara Birahîm Aga û em man li Êlê. Pişt re li Gilî Daxi yekî got em ê we bibin derbasî Îran bikin; lê em şaş birin. Em çûne berjêrê 50 mirov, 50 hesp, 50 qîz, 50 bûk em hemû di gelî de asê man. Piştre balefir hatin bombe û mix barandin hemû mirin. Em 10-15 kes xilas bûn.”

Teyaran mix û top dibarandin

Dayika Zeyneb dema ku di Gelî de teyare bombe û mixan dibarînin bi van gotinan anî ziman: “Di gelî de di şerê Mixtepe de hem teyarê li me da hem leşker li me da. Teyare hat em reviyan. Diya min devê kulînê girt. Em reviyan çûn gelî. Em ketin qulekê em 3 xwişk û birayek bûn. Diya min em xistin qulekê. Digot hema bila top li serê me ne keve li kuderê dikeve bila bikeve. Teyarê kire qijînî û bombe avêt çû. Diya min gote min ka bireve here bê kûçik neketine kulînê. Ez rabûm çûm min nihêrt wa pîrka min diya Birahîm Axa top lê ketiye birîndar e. Top kevir perçe kiriye û perçeyek ji wan li çoka pîrika min ketiye. Xwedê ji te ve eyan e; hestiyê çoka pîrika min bûbû qîtik û di hev de asê bûbûn. Kes tune bû kû di hewarê were. Birahîm Aga û bavê min (Eyup) jî çûnê jêrê. Me hew dît kû Elê Miho hat. Diya min çû pêşiyê got diya Birahîm û Eyup birîndar e kes tune wê bibe çadirê. Hatin wê birin çadirê û xeber dan Birahîm û Eyup Aga. Ewan jî xeber şandin gotin eger miribe 10 pez ji yên Eyup Axa, 10 ji yên Ehmed Axa, 10 jî ji yên Birahîm Axa 30 pezî serjê kin bikin xêr. Îcar ji ber dixtor tune bû bêhn kete birîna pîrika min. Em rakirin birin Êrê pîrika min min li wir mir. Diya min Hacer, jinbava min Gulîzer, meta Henê, Rabîa jina Birahîm Aga. Zeyto jina Îlxamî bû. Em tev hebûn. Teyareya mixên biqasî milê min direşandin, li merivan diketin li dewaran diketin di pişta wan de diçikiyan dikuştin. Me zaf dît zaf lawê min…”

Sirgunî ber bi Burdur ve
Dayika Zeyneb dibêje ku hevjîna Birahîm Axa Rabîa jî rahiştibû tifingê û wiha got: “Li Gilî Dagi jina Birahîm Axa Rabîa jî şer kir. Jêre digotin Îbabe xanim. Îbrahîm Axa di nava şer de mabû xeber şandibû gotibû bila Rabîayê raje çekê û we re wisa çûn û Îbrahîm Axa xilas kirin. Qîza Mehmûd beg jina Birahîm Axa bû.” Dayika Zeyneb wiha berdewam kir: “Em hatin Bazidê kurê Birahîm Aga Dawo (Dawut) me teslîmî Romê kir.  Wan jî em teslîmî mala Îsmaîlê Fêro teslîmî xalê min muxtar Heci Birahîm kirin. Xalê me çû ji me re konek kirî em xistin binê kon. Mehek 2 meh  Romê rabû me li tirênan siwar kir û hilda bire Stenbolê. Em sê xwişk û birayek û diya min bûn. Jina Birahîm Axa kur qîzek bû. Bûka Brahîm Axa kur qîzek bû. Hefteyek 15 rojan em li wir man.  Em çendek li wir man pişt re îcar em li Burdur, Denîzlî û Entalya belav kirin.”
Derdikeve hemberî Kemal Paşa
Dayika Zeyneb diyar kir ku dewletê gelek zulm li wan kiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Em li Bûrdûr man çendekê. Rojekê Kemal Paşa Ataturk hat (11’ê adara 1930). Şemsedînê Emê hebû.  Ataturk dema hat xalîçe raxistin û li ser xaliyê ber bi baxçe ve dimeşiya. Em jî ber bi wî ve diçûn. Ataturk hem silav dida hem dimeşiya. Dema çavê wî bi me ket îşaret da got bila werin. Me lîste da destê wî û me got ‘Ellah eşqina bîzî qurtar’ (Ji bo xwedê me xilas bikin). Demek derbas bû efû hat em ji sirgûniyê vegeriyan.” Dayika Zeynep li Burdur pê dihise kû li Geliyê Zîlan jî komkujiyek pêk tê. Lewra ji Geliyê Zîlan jî nêzî 50-60 kes sirgûnî Burdur kirine û li vir Zeynep bi ciwanek ji ciwanên Geliyê Zîlan ê bi navê Dîno re dizewice.
Piştî efuyê jî diçin li Erdîşê bicîh dibin.

Serpêhatiya Dayika Zeyneb a PKK’ê
Dayika Zeyneb tim û tim van serpêhatiyên xwe ji zarok û neviyên xwe re vedibêje û sedema vê yekê jî bi van gotinan tîne ziman. “Ez van meseleya her dem ji zarok û neviyên xwe re dibêjim. Bila ji hev re baş bin. Min zaf dîtiye bavo.” Serpêhatiyên Dayika Zeyneb bi van jî ne sînor kirîne. Di salên 90’î de nêzî 15 rojan li kampên PKK’ê jî dimîne û wiha behsa wan rojan dike: “Ez çûm PKK’ê. Kurê min birin ez 15 rojan di nava PKK’ê de mam. Ez hatim der û cîranan gotin xwişka Zeynep hatiye filan. Min got weleh dê hinek giliyên min bikin. Min rabû kincên xwe li xwe kirin û ez çûm cem hakim savcî.
Dayika Zeynep derbarê PKK’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî van gotinên ji nava dîrokê herikîne dike: “Bila Kurd li hev xwedî derkevin. Bila xayintiyê li hev nekin. Niha rewşa PKK’ê pir baş e… Ji bo Apo derkeve bila Kurd li hev xwedî derkevin, bila ew jî qezenc bikin. Em çima bikevin van erdan. Em Kurd in diya me bavê me Kurd in. Bila em jî bi pêş bikevin.”

Dengê xwe bidin xwe

Dayika Zeyneb ku siyasetê jî baş dişopîne bi van gotinan behsa girîngiya hilbijartinê û kampayaya “Ji Ocalan re azadî” dike: “Ger Kurd tev dengê xwe bidin xwe weleh dê Serokatî berdin jî û Kurd jî dê mafê xwe qezenc bikin.Gelî milet gelî pismaman, namûs di ruyê we hebe şeref di ruyê we de hebe bibin yek, xwe xilas bikin. Dengê xwe bidin Kurdan. Hûn jî derkevin meydanê serfiraz bibin. Tiştê hatiye serê me Birahîm Axa, Eyup Axa, Ehmed Axa, hê niha jî em dikişînin, ji bo xatirê xwedê ji bo neyê serê Apo jî bila vê yekê nekin nekin nekin qezenc kin.”


ABDURRAHMAN GOK/AMED