ROZA MIHEMED/ROJNEWS / SILÊMANÎ

Mihemed Emîn hosteyê wênegiriyê ye ku ev 61 sal in hunerê xwe dike. Dikana wî ya ku bajar bir bajarokekî, bi arşîva xwe ya wêneyan û bi makîneyên wênegir mîna muzexaneyeke demê ye.

Welatiyekî Kurd ê bi navê Mihemed Emîn li Silêmaniyê ev 61 sal in ku wêneyan digire, ji wê rojê heta îro bi sedan wêneyên rewşenbîr, kesên navdar, bajar û bajarokên Kurdistanê girtine. Bi ser de jî hem mekîneyên wênegirtinê, hem jî wêneyên wî, mal û kargeha wî vediguherînin muzexaneyeke demê.

Mihemed Emîn sala 1940’an li bajarê Silêmaniyê jidayîk bûye û sala 1957’an jî dest bi wênegiriyê kiriye. Emîn yekem kes bû ku li Çiwartayê wêne bi kamêreya statîf girtiye. Emîn ji wê rojê heta niha bi sedan wêneyên rewşenbîr, kesên navdar, bajar û bajarokên Kurdistanê girtine û weke arşîv heta roja me ya îro parastine.

Emîn destpêkê li bajarokê Çiwartayê yê ser bi parêzgeha Silêmaniyê dest bi karê wênegirtinê kiriye. Emîn diyar kir ku dema ew li bajarokê Çiwartayê bû, ji bilî wî tu wênegirekî din nebû.

Wî bajar anî Çiwartayê

Hingê, dema ku kesekê bi xwasta wêneyê xwe yan jî yê malbatê bigire yan jî bide girtin, pêwîst bû biçûya bajarê Silêmaniyê. Ev jî mesrefeke xwe hebû, ne tenê mesrefeke madî, lê rêwîtiyeke westîner ji bo kesekî yan jî malbatekê bû ev. Lê piştî ku Emîn li Çiwartayê dest bi wênegiriyê kir, her kesê ku dixwest wêne bigire, berê xwe yek ser dida dikana wî. Emîn jî li wê derê bi kamêreya xwe ya bi statîf, wêneyê wan digirt.

Ji kameraya statîf heta ya dîjîtal

Mihemed Emîn di destpêkê de kamêreya statîf û piştî wê jî kamêreya film bi kar anî. Piştî ku wênegiriya dijîtal peyde bû, destên wî yên hoste, bi kamerayên dijîtal ev hunerê xwe dewam kir. Mihemed Emîn sala 1969’an dikana xwe vekiriye û heta niha di wê dikanê de karê xwe yê wênegiriyê dike. Ev 61 sal in ku Mihemed Emîn bi ezmûneke mezin karê wênegiriyê dike. Di 61 salan de bi hezaran wêneyên xweza, bajar, kesên rewşenbîr û navdar girtine û weke arşîv jî ew parastine. Tevî makîneyên xwe yên wênegiriyê û vê arşîva xwe, dikana Mihemed Emîn dişibe muzexaneyeke zemanî.

Mihemed Emîn hê jî li dikana xwe ya li ser rêya Kanî Askanî ya Silêmaniyê karê xwe dewam dike û ew hosteyê hunerê xwe ye.