Yek ji kesên ji komkujiya Amûdê rizgar bû hûrgiliyên komkujiya ku bi destê rayedarên hikûmeta Sûriyê ya wê demê de pêk hat, Îbrahîm Rustem e. Ew dibêje, ew bi zorê birine sînemayê û derî bi ser wan de asê kirine.

Di 13’ê Mijdara 1960’î de li bajarê Amûdê komkujiyek pêk hat. Komkujî, ji ber ku di bîra kolektîfa a xelkê bajêr de, rayedarên dewleta Sûrî zarok bi darê zorê biribûn hola sînemeyekê, ku lê di encama şewatê de herî kêm 283 zarokên Kurd şehîd bûn, li gorî hin çavkaniyan hejmar 298 e. Li gorî pirraniya xelkê bajêr û şahidên bûyerê, sînema hatiye şewitandin û ev zarok bi zanîn hatine qetilkirin. Ji ber wê jî bûyera Şewata Sînema Amûdê di nav xelkê de û di bîra kolektîfa Kurdan de, komkujiya Amûdê ye.

Rayedarên rêjîma Sûriyê ya wê demê xwendekarên asta seretayî neçar kirin ku bilêtên sînemayê bikirin û beşdarî pêşandana filemekî ku ji bo piştgiriya şoreşa Cezarirê hatiye pêşkêşkirin, bibin. Li bajarê Amûdê jî ev çalakiya bi darê zorê bi rê ve çû, û li gorî raya giştî a xelkê, rayedaran agir bi sînemeyê xist.


Em ê we ceza bikin

Welatiyê bi navê Îbrahîm Rustem ku wê rojê li sînemayê bû, hûrguliyên komkujiyê wiha tîne ziman: “Ez û birayê min ê ji min mezintir, neçar kirin, ji ber vê yekê me bilêta film kirî. Ji me re gotin, heger hûn neçin sînemayê, em ê we ceza bikin.”

Îbrahîm Rustem her wiha destnîşan kir ku film di çarçoveya piştgiriya bi şoreşa Cezaîrê re li dijî Fransayê hate pêşandan û wiha dewam dike: “Zarok bi zorê birin sînemayê, agir bi dawiya sînemayê ket. Agir li ser ekrana sînemê hate diyarkirin. Zarokan got qey agir di film de ye.  Me dengê welatiyan li derve bihîst ku ew dixwazin derbasî sînemayê bibin da ku me rizgar bikin.”


Derî girtîbûn, baş asê kiribûn

Rustem di dewama axaftina xwe de destnîşan dike ku wî hewl daye bi birayê xwe re xwe rizgar bike û wiha dewam dike: “Derî girtîbûn, baş asê kiribûn. Welatiyan derî şikand, ez û birayê min di serî derî re derketin. Em şewitîn. Lê birayê min ê mezin di hundirê sînemayê de ma û şehîd bû.”

Rustem dibêje şewat bi destê rêjîma desthiladar şewat çêbûye û wiha dewam dike: “Gelek sal di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hîn bandora wê di hundirê me de heye. Dengê zarokên di şewatê de şehîd bûyî, hîn di guhên min de ne.” 


AMÛDÊ