Di çarçoveya 6'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya ji aliyê Pariya Sosyalîst a Bindestan organîze kir şahidên komkujiyên Roboskê, Sêwas, Gazî û Gurgumê hatin cem hev û panelek li dar xistin. Ferhat Encu yê ku birayê xwe û 11 xizmên xwe di komkujiya Roboskê de winda kirin di panelê de axivî û wiha got: "Ji roja komkujiyê heta niha ji bo kiryar bên dîtin em kedê didin. Me dît ku ji roja ewil heta niha pergala dadê yekalî pêk tê." Encu, diyar kir ku Roboskê niha weke girtîgeheke vekirî ye û ji ber ku Roboskê erdnîgariya ku raman Kurd lêpêşket her tim bû hedefa dewletê û wiha axivî: "Heta qatil dernekevin holê tu bendewariya me ya aborî ji dewletê tuneye." Encu, anî ziman ku komkujî bi zanebûn û plansazî pêk hat.
Haci Orman ê ku di dema Komkujiya Gaziyê de nûçegihaniya Rojnameya Atilimê dikir jî axivî û wiha got: "Komkujiya Gaziyê di dîroka Komarê de ya li hemberî Kurd, kedkar û elewiyan a herî giran e." Şahidê Komkujiya Sêwasê Helbestvan Mehmet Ozer jî diyar kir ku komkujî bi plansazî pêk hat. Ozer, da zanîn ku kesên parêzvaniya komkujiyê kirin niha wekîl in.
Şahidê Komkujiya Gurgumê Hamît Kaplan jî diyar kir ku komkujî bi plansazî pêk hat û polîs û leşkeran mudaxele li kesên êrîşkar nekirin. Kaplan, anî ziman ku di 12'ê Îlonê de li şûna kiryaran şoreşger hatin binçavkirin û îşkence dîtin. 

STENBOL