Şahidiya dîroka kevnar Artîn

Haberleri —

Til Fexriya ya dîrokî li başûrê Serêkaniyê ye, li ser herêmeke bilind ku bilindbûna wê 15 metran ji erdê bilind û 80 hektaran fireh e, hatiye avakirin. Derdora wî jî deştek rast û berfireh heye.

Di serdema Romaniyan de navê wê herêmê Artîn bû, bi demê re navê wê bû Waşokanî. Di girê Til Fexriya de gelek caran lêgerîn û lêkolîn hatine kirin.

Til Fexrî li ser çemê Xabûrê ji bajarê Serêkaniyê yê Rojava ye. Mirovan ji bo jiyankirinê li ber vê avê di şikeftên heyî de jiyana xwe didomand. Di herêmê de gelek caran desthilatdaran herêm xistine bin destê xwe. Di encama lêkolînan de diyar dibe ev cihê dîrokî vedigere serdema neolotîk. Sê kîlometran rojavayê Til Fexrî şaristaniya Til Xelef heye û dîroka wê jî beriya 5 hezar sal beriya zayîniyê ye. Ji ber wê di herêma Til Fexrî de jî girêdaneke mezin bi Til Xelef re heye.

Li rojavayê bajêr bîreke di dema Îslamê de derket, her wiha li cihê odeyên ku di dema Aşûriyan a navîn de hatiye avakirin derket holê.

Sala 1979’an peykerê qiralê wê demê hat dîtin ku sedsala 9’an a beriya zayînê hatiye çêkirin. Li ser peyker nivîsa bi zimanê asûrî û aramî heye, navê bajar di wê demê weke Sîkanî hatiye hildan.

Hêzên YPG’ê 17’ê Tîrmeha 2013’an Serêkaniyê û herêmên wê yên dîrokî ji çeteyan rizgar kirin. Niha herêm di bin çavdêriya Desteya Turizim û Şûnwaran ya kantona Cizîrê de ye. Hêzên Asayîşê jî parastina herêmê dikin. 


ANHA / SERÊKANIYÊ

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.