Tevî ku dewleta Tirk zozanên Colemêrgê li welatiyan qedexe kiriye jî, mîna her sal welatî îsal jî derketin zozanan û Şahiya Berxbirê kirin.
Dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê, mîna li gelemperiya Bakurê Kurdistanê li Colemêrgê jî jiyana bi şertên Rewşa Awarte (OHAL) li ser mirovan ferz kiriye. Hema hema hemû deşt û zozanên Colemêrgê li welatiyan hatine qedexekirin. Colemêrgî li vê qedexeya dewletê nealiqîn, derketin zozanan û Şahiya Berxbirê kirin.
Welatiyan berê xwe da Mêrga Bûtê ku bi 3 hezar metreyî bilind e û Şahiya Berxbirê ya kevneşop lê li dar dikeve. Di vê şahiyê de bi hezaran welatiyên ji navend û gundên Colemêrgê amade bûn. Li şahiyê her wiha xwarin hatin çêkirin û govend hate gerandin. Şahiyê du rojan dewam kir. Roja destpêkê berx û mih hatin şuştin û di roja duyemîn de jî berxbirî hat kirin.
Dewlet ji yekîtiya me ditirse
Welatiyên tevlî şahiyê bûn gotin, li hemberî her şêwe qedexe û zextên dewletê jî ew ê çanda xwe her tim dewam bikin. Welatiyan destnîşan kir ku çalakiyên bi vî rengî yekîtî û hevgirtina Kurdan xurtir dikin û gotin, "Ji ber ku dewlet bi vê dizane, naxwaze Kurd bicivin. Lewma hewl dide cihên ku Kurd bi hezaran salan li gel hev li wan dimînin, çand û zimanê xwe diparêzin, qedexe bike. Çawa ku bi sedan salan em li ber vê zext û zilmê rabûn, ji niha û pê ve jî em ê li ber xwe bidin. Bi qedexekirina deşt û zozanan re hewl didin aboriya gel têk bibin û rê li ber koçberiyê vekin. Em gelê Kurd, em ê nekevin vê xefikê. Em ê ne herêma xwe biterikînin, ne jî dest ji karên xwe yên çandî û aborî berdin. Gelê me di vê şahiyê de yekîtî û hevgirtina xwe nîşanî dost û dijminan da."
ANF/COLEMÊRG