Şahiya berxbir li Colemêrgê dest pê kir. Xelkê Zozanên Berçelanê ji aliyekî ve xebatên şahiyê dimeşînin, ji aliyê din ve jî bi hezaran mêvanên ku ji bajar û navçeyên derdorê tevlî şahiyê dibin pêşwazî dikin.  Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û endamên Meclîsa Şaredariyê jî tevlî şahiyê bûn. Endamê Meclîsa Şaredariyê Şaban Alkan ku tevlî şahiyan bû diyar kir ku "Berî ku gundên me werin  valakirin me şahiyên wisa li dar dixist, lê piştî gund hatin valakirin em ji van şahiyan mehrum man. " Alkan got: "Şahiyên berxbirê jî ji cejnên kurdan tên hesibandin. Berî 2 -3 hezar sal berê kurd her sal di meha tebaxê de şahiyên bexbirê li dar dixin. Em bi şaredar re ji şahiyan re hatin vexwendin."

Çandekî kurdan ya herî kevnar e
Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu jî axivî û wiha got: "Îro roja cejnê ya 3'yemîn e. Li gel vê yek destpêka şahiyên bexbirê yên Zozana Berçelan e. Em îro ji bo cejna gelê xwe pîroz bikin û tevlî şahiya bexbirê bibin hatin vir. Weke tê zanîn ku bexbir ji çandekî Kurda ya herî kevnar e." Bedîrhanoglu, diyar kir ku bi van şahiyan derdikeve holê ku Kurd bi xwezayê re çiqas dijîn û wiha axivî: " Li vir berx tên birîn û li gel vê yekê berx ji hiriya salekê xelas dibin rehet dibin. Her wiha roja destpêka jiyanek nû ye. Em li vir şahiyên gel ên berxbirê pîroz dikin. Hêvî dikim ku ev şahî wê bibe wesîleya şahiyên nû yên dema pêş."
Şahiya berxbirê heta derengiya şevê berdewam kir û bi stranan bi dawî bû. 

 DÎHA/COLEMÊRG