Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) hefteya çand û hunerî vê carê li bajarê Qamişlo organîze kir. Hefteya hunerî li cihên dîrokî yên bajêrê Qamişlo tê lidarxistin. Roja yekem û duyem şahî bi beşdariya komên stran, dîlan yên navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo û navenda gundê Girbawî li gundê Girbawî, hat lidarxistin. Jin û mêrên gund bi cil û bergên folklorî beşdarî şahiyê bibûn.
Li cihên dirokî digerin
Konê şahiyê li rex girê Girbawî hat vedan. Endama komîteya amadekar Gulşah Osman da zanîn ku armanc ji hefteya çand û hunerê vejandina çanda Kurdan e û xebatên amadekirina hefteyê wiha vegotin: “Em li cihên dîrokî yên vê herêmê geriyan, me kevnşopiyên wan kom kirin û di vê hefteyê de em pêşkêş dikin.”
Di hundirê kon de çand û kevneşopiyên Kurdan ên wekî destar, tenûr, teşî, dewil, fanos, kûzê avê, sêkuç û hwd hatin berhevkirin.
Koma Pale bi stranên koçerî dest bi şahiya roja duyem kir û dilê beşdaran xweş kir.
Li aliyekî din jî dayîkan danê mehîrê kutan, destar gerandin û çanda dayik û dapîrên xwe bi nifşên siberojê re, parve kirin. Koma ′Şehîd Welat ′ a navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo, dîlanên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya şahiyê de şêniyên gund bi heyecan û dilekî germ, govend gerandin.
ANHA / QAMIŞLO