Şahiyeke Mezin bi boneya serketina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê doh li bajarê Kobanê bi rê ve çû. Di şahiyê de saziyên eskerî û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xelatkirin.
Şahiya Mezin li ser girê Miştenûr ê Kobanê hate lidarxistin. Bi hezaran şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiyê bûn ku bi boneya serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê hat lidarxistin.
Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endam û rêveberên TEV-DEM`ê, rêveberên partiyên siyasî, her wiha şêx û rûspiyên êlan beşdarî şahiyê bûn.
Xazî û malbatên şehîdan hatin xelatkirin
Piştî axaftinan, hunremend Sadûn Kobanê, Murad Hemzo, Ehme Cuma, Mustefa Emîr ên ku ji Minbicê beşdarî şahiyê bûbûn, stranên gelêrî gotin û QSD û berxwedana gelê Sûriyê silav kir.
Li aliyekî din, hevserokên Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Ebid Hamid Mehbaş, cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Elîzabêt Gewriyê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî xelat dan QSD, YPJ, saziya birîndar û xaziyan, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundrîn ji bo xebatên wan di parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî terorîstan.
ANHA / KOBANÊ