Di şahiyê de gelek helbest, lawik û heyranokên li ser welat hatin xwendin û gotin. Şahî li salona Rêveberiya Rewşenbîriya Soran û li pirtûkxaneya Elî Mektebe hat saz kirin. Di şahiya ku gelek welatiyên Diyana û derdorê beşdarbûyîn de, şahî bi deqîqeyek rêzgirtin û sîrûda Ey Reqîq dest pê kir.

Piştre gotara şahiyê ji aliyê berpirsê Pirtûkxaneya Elî Mektebe ve hat xwendin û diyar kir ku armanca vê şahiya hunerî û edebî tenê hevsozî û piştgiriya ji bo hêzên pêşmergeyan û şervanane ku demek dirêje li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî xaka Kurdistanê diparêzin. Piştre hûnermendê navçeyê Yehya Beg, heyranokek li ser pêşmerge û Kobanê pêşkêş kir.  Di şahiyê de gelek helbest, lawik û heyranok li ser Kobanê û şehîdan hatin pêşkêşkirin.

ROJNEWS/DİYANA