Alîkarê Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Hadi Baran diyar kir ku piştî 12’ê Îlonê şûnde ji ber ku şûna şahiyê lê dihat pîrozkirin ket destê leşkeriyê û bi vê hîncetê carek din ev şahî nehat pîrozkirin. Baran got ku ji bo ev şahî carek din zindî bibe wan biryar daye ku ji niha şûnde vê şahiyê pîroz bikin. 

Beriya darbeyê şahî hefteyek didomiya, lê dê îsal bi rojekê pîroz bikin û dê di 9’ê gulanê de li kolana 1’yemîn şahî bi meşekê dest pê bike. Dê 10’ê gulanê de jî li qada Kamor Mesîre şahiya Hessit Merenê bi beşdariya gelê Mêrdînê pêk were. Dê hûnermendên taxan beşdarî şahiyê bibin û şaredariya Artukluyê jî bê pere wesayîtan ji noqteyên bajar bişîne cihê şahiyê. 
Têkildarî şahiyê endamê komîsyona şahiyê Çetîn Alkanoglu axivî. Alkanoglu diyar kir ku ev şahî bi taybetî ya gelên Mêrdînê ye û got ku ev şahî ji aliyê hemû gelên Mêrdînê ve tê pîrozkirin. Alkanoglu da zanîn ku ev şahî heta salên 1980’yî li Keleha Mêrdînê dihat pîrozkirin û got ku piştî darbeya leşkerî ya 1980’î carek din destûr nedan ku ev şahî bê pîrozkirin. 




Ji bo ew çand neyê jibîrkirin

Alkanoglu bal kişand ser taybetmendiyên şahiyê û wiha got: “Hessit Merenê şahiya ku gelê Mêrdînê ligel hev dijîn, bi rengên xwe û bi şiyarbûna xwezayê re pîroz dikirin. Bi taybetî Keleha Mêrdînê bi kulîlkên kesk, sor û zer dihat xemilandin û bi vî awayî pîroz dikirin. Bi van rengên xwezayê xweşik dihat pîrozkirin. Gelên me bi çand, reng û tarzê xwe jiyanê derdiketin kelehê û li wir şahî pêk dianîn. Di dema şahiyê de welatiyan bi hev re xwarin çêdikir û xwarinê didan hev. Bêhtir ev çand ji hêla gelê Ereb û Suryan tê pîrozkirin û wek şahiya van gelan tê zanîn. Nêrîna gelê Mêrdînê ya li hemberî şahiya Hessit Merenê cuda ye. Suryaniyan cuda û Ereban cuda pîroz dikirin. Lê di xala bi hev re bûna xwezayê de hevpar bûn. Ev şahî hefteyekê dihat pîrozkirin. Her rojek şahiyê navê wê û wateya cuda bû. Ev şahiya me ya ku hatiye jibîrkirin, em ê îsal bi rojekî dest pê bikin û zindî bibe. Lê em ê di salên pêşiya xwe wekî mîhrîcanê hefteyekê bênavber pîroz bikin.” 




‘Çandekê kevnar e’


Alkanoglu destnîşan kir ku ev şahî di aliyê mîtolojîk de dîroka wê gelekî kevn e û got ku her çiqas hafizeyek vê şahiyê ya nivîskî tune be jî lê bi awayekî xwezayî ev şahî dihat pîrozkirin. Alkan anî ziman ku şahî xwedî dîrokek pir kevnareye û wiha axivî: “Ev şahî hefteya meha gulanê ya ewilî dihat pîroz kirin û heft rojan didomiya. Her roj bernameyên cuda pêk dihatin. Tişta ku dixwazim balê bikişînim ser, hemû rojên şahiyê ji bo jin û ciwanan bû. Me wê wek şahî û hefteya jin û ciwanan pênase dikir.” 




‘Şahî tê wateya şiyarbûna xwezayê’


Alîkarê Hevşaredarê Artukluyê û endamê komîsyona şahiyê Mehmet Hadî Baran jî diyar kir ku şahiya Hessit Merenê gelan bi hevkarî û yekîtiyekê pîroz dikirin û wiha got: “Hessit Merenê tê wateya şiyarbûna xwezayê. Şiyarbûna xwezayê ango şiyarbûna ax û biharê ye. Mirovan wiha pîroz dikir. Lê belê piştî darbeya 12’ê Îlonê nehiştin mirov biçin wir. Wê deverê bi tevahî girtin. Ji ber ku leşkerî qada pîrozbahiyê dagir kir nehiştin şahiya me jî bê pîrozkirin. Piştî darbeyê gelek êşên mezin li vî bajarî hate kişandin.” Baran anî ziman ku ji bo pîrozbahiyê Şaredariya Artukluyê, Hevşaredar û hemû pêkhatiyên Mêrdînê bi hev re komîsyonek ava kirine û got ku wek pêkhatiyên vê komîsyonê wan biryara pîrozkirina vê şahiyê wergirtine.



BÎLAL GULDEM
/DÎHA/MÊRDÎN