Şêniyên bajarokê El-Cirniye salvegera rizgarkirina bajarokê ku di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de hate rizgarkirin, pîroz kirin. Bi vê boneyê, şêniyan şahî li dar xist, daxuyanî da û îdîayên Serokê Rejîma Sûriyê Beşar El-Esed şermezar kirin. Şahî li dibistana Hibêtir ku kîlometreyekê li rojavayê El-Cirniyê ye, hat lidarxistin. Di şahiyê de, Hevseroka Meclîsa Qanûnsaz a herêma Tebqa, Roşen Hemê, Rûsipî û şêxên êlên herêmê, her wiha bi sedan şêniyên Tebqa, El-Cirniye, El-Mehmdilî, Cehber û Seykol jî amade bûn. Ji Fermandarên QSD`ê Omîd Kabar di şahiyê de axivî û got: ʺBi nihêrîna rejîma Baesê de, her kesê daxwaza azadiyê bike û parastina mafê xwe bike terorîst e. Îro jî navê xiyanetê li gelê qehreman ê bi hezaran şehîd dayî û xwîna wan di xaka vî welatî de tevlihev bûye, dike.ʺ Şêniyên El-Cirniye û gundên derdorê jî daxuyaniyek dan û îdîayên rejîma Baas Beşar El-Esed şermezar kirin. Piştre koma şanoyê ya Şehîd Sîpan a Kobanê şanoyek pêşkêş kir û paşê govendên Erebî û Kurdî hatin gerandin. Beşdariya zarokan jî di şahiyê de balkêş bû û kêfxweşiya vê roja dîrokî ya bi qehremanên QSD`ê pêk hatiye, nîşan dida.   TEBQA