
Li Bajarê Hesekê li Navenda Çand û Hunerê, zarokên di komên çand û hunerê de ji ber serketin û tevlibûna xwe ya 3’emîn mihrîcana zarokan bi şahiyekê hatin xelatkirin.
Zarokan bi muzîk û şano govenda şahiyê geş kirin. Koma muzîkê ya ‘Şehîd Zîlan’ stranên xwe yên şoreşgerî ji bo zarokan pêşkêş kirin.
Her wiha koma dîlanê ya “Şehîd Raperîn” jî ji bo zarokan gonvend gerand. Koma şanoyê ya “Şehîd Şiyar” lîstika xwe ya bi navê DAIŞ’ê ku zilma li ser jinan da meşandên ji bo zarokan pêşkêş kir.
Di dawiya mihrîcanê de dayika Şehîd Şiyar Fehîma Ebrahîm û dayîka Şehîd Ezîz Şehnaz Elî xelatên zarokan dan wan. Ji bilî van xelatan, pêlîstok jî li zarokan hatin belavkirin.
HESEKE