
Li Essenê dersên Kurdî bi awayekî fermî salek li dûv xwe hişt. Dêûbavan, mamoste û zarokan ev yek roja înî (20 gulanê) bi şahiyekê pîroz kir. Di şahiyê de hem bernameyeke dewlemend a hunerî hebû, hem jî zarokan bi stran gotin û helbest xwendinê Kurdiya şîrîn ji ziman û dengê xwe kêm nekir. Ji xwendekaran Melinda ya 7 salî ji me re nameyek şand ku pê hem behsa şahiyê dike û hem jî behsa dersên Kurdî dike. Werin bi hev re guh li dengê Melindayî bidêrin.
Bi nameya Melindayê cejna Kurdî
“Dem baş xwendewanên hêja;
navê min Melinda ye. Temenê min 7 e û ez diçim pola 2´yê ya dibistana Morungenweg li Essen ê. Em zarokên ku li Essenê dijîn her hefte roja pencşemê li dibistana Wasserturm li hev dicivin û fêrî zimanê dayika xwe, Kurdî dibin.
Rojinan em dinivîsînin, rojinan em diaxivin û rojinan jî em dileyîzin û amadekariya paşerojê dikin. Ev salek qediya ku em dersên Kurdî dixwînin. Bi sedema 15 Gulanê, cejna zimanê Kurdî, bi mamoste û dayîkên xwe re me şahiyek amade kir. Roja şahiyê me tevan cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirin. Me bi rengê kesk, sor û zer xwe xemiland.
Em zarokên Kurdistanê…
Malbat û mêvanan cîhê xwe girt. Em zarok gelekî kêfxweş û bi kelecan in.
Destpêkê koro derket ser dikê:
“Em şagird in, em dixwînin ABC, Nivîsandin ew ji me re armanc e....”
Piştre em dewam dikin.
“Em zarokên Kurdîstanê , Zimanê xwe dixwînin, Navê Kurdîstana xwe, Li ser dil dinexşînin”
Malbat û mêvanan bi çepikan em dilxweş kirin. Bi dengê xwe yê zelal û kûr, Nûken li ser dikê ye û distirêne:
“Yarê, delalê, bûka baranê, Bes e xwe bi xemilîne bi rengê biharê, Bes e xwe bi xemilîne bi rengê tavê”
Kawa rahişte çakûçê xwe...
Piştre ez derketim ser dikê û min behsa dîroka Newrozê kir: “Kawa rahişte çakuçê xwe û Dehaq kuşt, agirê azadiye li ser banê qesra dadê û jina jî, ji ber ku zarokên wan êdî rizgar bûbûn, govend gerandin û agir geş kirin. Ew roj 21’e Adarê ye û cejna gelê Kurd e”.
Piştre Evîn û Rûken li ser dikê bûn û helbesta;
“Bihar hat, zozan pê xweş bûn. Pel û pincar şîn û geş bûn, Perperokan per li hevdan, Berx û karik bi hev şa bûn ”
Stranek din tê guhê me ji aliyê Songul ve
“Zana, rêhevalê Andok, Neviyê Şêx Seîd, bazê zinaran…”
Şevîn bi xweşikbûna xwe dikê ronî dike û dibêje;
“Dayîk dayîka min, Tu yî dil û cegera min, Çendî bibêjim tu hêja yî, Bi pesnê, tu pir buha yî…”
Ti kevoka ser banê...
Bernama me ber bi dawî diçe û şanogerên me cîhen xwe li ser dikê digirin û lîstika “Textor ez gelekî têşim” dileyizin. Pêkenokên di lîstika şanoyê de gelekî balkeş bûn.
Me bernameya xwe bi dengê Esmanûr;
“Were were lê canê, Ti kevoka ser banê, Govend e li meydanê, Were em herin dîlanê” bi dawî kir. Em hemû zarok li ser dikê me dîlan girt û xatir xwest.
Ji ber şahiya me ya yekem bû, tevî hemû kêmasî û xeletiyên me, dîsa jî malbat û mêvanên me gelekî kêfxweş û bextewar bûn. Em zarokên Kurd ku li xerîbiyê dijîn, me hevalên xwe yên li welat ji bîr nekirin û alîkariya şahiya xwe me diyarî wan kir.
Ez tevahiya hevalên xwe, mamoste û dayîkên xwe ji bo wê roja taybet pîroz dikim û spasiya wan dikim.
Kurdî di bawernameyê de
Dê û bavên Kurd li bajarê Essen ê dixwestin mîna her milletî, zarokên wan jî zimanê xwe yê dayîkê hîn bibin. Dixwestin ku zarokên wan zimanê xwe hîn bibin û ji bîr nekin. Biryar dan û gotin, em ê şanenava ji dê û bavên Kurd bistînin, ji bo ku wezareta dibistanan a Essenê derfetekê ji wan re saz bike. Bi ser ketin gelek şanenav hatin berhevkirin û ji bo zimanê dayîke miracaet hat kirin li wezareta dibistanê ya bajarê Essenê. Wezaretê mamosteyek ji bo zimanê Kurdî erkdar kir. Rojên pêncşeman li dibistana destpêkê (Grundschule) am Wasserturmê dersên Kurdî hatin dayîn û van dersan salek li dûv xwe hişt. Zarok ji pola 1. heta pola 10. tên dersa Kurdî. Ji pola 1. heta 4. 21 zarok û ji pola 5. heta 10. 15 zarok perwerde dibin.
Zarokên Kurd dikarin li Elmanya fermî zimanê xwe fêr bibin û di dawiya dersê de notên ku ew distînin dikevin bawernameya wan a dibistanê, malbat gelekî kêf xweş bûn. Di ser bawernameya dibistanê de notên dersa Kurdî jî tê nivîsandin. Ji ber ku zimanê wan li welatê wan li wan qedexe ye, ev tiştekî gelekî nûwaze ye. Ev 36 zarokên Kurd ji zarok û malbatên din re jî dibin mînak.
SELAHATTÎN KAYMAZ / Mamosteyê dersa Kurdî li Essenê