Foruma Çandê ya Helebê doh şahiyek bi munasebeta cejna Remezanê ji zarokan re li dar xist.

Bi rasthatina cejna Remezanê Foruma Çandê ya Helebê şahiyek li Komeleya Piştevaniya Zarokên Sêwî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Di şahiyê de rêveber û endamên saziyên taxa Şêxmeqsûd amade bûn. Şano, dîlan û stran di şahiyê de ji zarokan re hatin pêşkêşkirin û zarokan bi xwe di van aktîvîteyan de cih girtin.

 

ANHA/HELEB