Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li dibistanên çand û hunerê yên li gundan vekirine, 1´emîn Rojên Çand û Hunerê yên Dibistanên Gundan li dar xist. Şahiya ewil li gundê Agaçliya Pasûrê li Dibistana Çand û Hunerê pêk hat. Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Sekreterê Giştî Abdullah Sevînç, Seroka Daîreya Çand û Hunerê Cevahir Sadak Duzgun û gundî beşdarî şahiyê bûn.


Zarokan stran gotin

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Zulkuf Karatekîn, li vir axivî. Di axaftina xwe de bi bîr xist ku sînorên xizmeta şaredariya bajarê mezin sînorê parêzgehê ne û got, rêka wan a sereke ye ku xizmetê bo hemû welatiyên di nav vî sînorî de bikin. Karatekîn, behsa xizmetên şaredariyê kir û mebesta vekirina van dibistanan jî anî ziman.

Piştî axaftinê, zarokan stran gotin û pê re bafirokên xwe berdan hewayê. 


 AMED