Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê bi minasebeta nêzîkbûna cejna Newrozê, şahiyek ji zarokên Dibistana Şehîd Gulistan re li dar xist.
Bi nêzîkbûna cejna Nerwrozê re bi dirûşma “Zarok kulîlkên Newrozê ne, em Newroza 2019`an pîroz dikin” Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê şahiyek ji bo xwendekarên asta seretayî li Dibistana Şehîd Gulistan û li bajarokê Tel Xezalê li dar xist.
Koma Şehîd Mistefa 2 şano li ser çanda cilên Kurdî û kapîtalîzmê çawa bandor li zarokan kiriye û li ser Roja Dayikan pêşkêş kirin. Koma Kavena Zêrîn a Şehîd Şîlan, govend û dîlan pêşkêşî haziran kirin. Koma Şehîd Helim , Arîn û Barîn a zarokan stran li ser Newrozê gotin. Di dawiyê de Koma Şehîd Dilava ya kêmendaman stran gotin û şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
ANHA / KOBANÊ