Welatê ku hey naliyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye… Welatê ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Heke nav li te Cegerxwîn be; şi’îr û şa’îrî bi te û bi şi’îrên te re teqlên xweserî xwe li xwe dabe; heke piştî te rengûawayê şi’îra Kurmancî hew kariye kirasê xwe î berê li xwe bike û hew kariye xwe bide paşperdeya form û dirûvê danandî ê klasîk; û te şi’îra Kurmancî ji “klasîkiya klasîk” bêrî û rizgar kiribe, helbet tu yê ‘bibî Cegerxwîn’ û mohra xwe li dem û serdemeke bixî.
Ma şa’îrî têr dike?
Na, helbet şa’îrî tenê têr nake…
Erê, divê tu wekî şa’îrekî li banên esmanan neyî daleqandin û di barûyên berzûbala de neyî jibîrkirin û navê te li ser zimanên zengargirtî de her û her neyê cûtin.
Erê, divê tu bibî hozan, erê ha, divê tu bibî hozan!*
Tu bibî hozan, da ku gelê te karibe di dîlan û şahiyan de, bibêje, “niha jî, wê stranbêjên me ji hozanê mezin Cegerxwîn helbestekê bixwînin.”
Na, em ê bi vê pênasekirinê jî nexapin.
Helbet, em ê bizanibin: Hozanê ku dê helbesta wî bê xwendin, şa’îrek e; ne gelê wî, lê wî bi xwe navekî gir û qerase, Cegerxwîn, li xwe kiriye; û rîtm û muzîk û ahenga gel, çand û dîrok û folklora xwe di şi’îrên xwe de bi cîûwar kirine;
Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “helbest”…
Helbesta ku hem dibe besteke hilbûyî di giyanên gelê xwe de û tofanan li ruh û can radike.
Helbesta ku hem dibe reng û dengê jiyan û giyanên kurdewar, hem jî dibe ahengek di bedenên ku êş û şahî di heman demê de hewandine; û axir dibe bangkirina kêf û bexteweriyan, qîrîna êş û azaran...
Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em wê şi’îrê li xwe bikin “welat”…
Welatê ku hey naliyaye di bin postal û şûnpêyên kolonyal de û şa’îrê me ew wekî “birin û kêmkirina ji qîmeta dêya me, yanî welat” bi lêv kiriye…
Welatê ku di helbesta wî de her hebûye wek sînorê terîtoryal
Welatê ku mirovên wî ji xwe re gotine, “Kî ne em!”
Welatê ku bi vê pirsê bêtir hay li xwe bûye.
Ji me re çi maye?
Ji me re maye ku em; zimanê ku wî ji esmanan daxistiye erdê,* di jiyana heyî de car din heyî kiriye û warekî şênber û xuya jê re çêkiriye, di devê xwe de wekî aşê betalan negerînin û wî zimanî li xwe bikin kana gerandina peyva kurdayetiyê.
Ji me re maye ku em bi zimanê sloganîk û qîrewar ku wî afirandiye, siyaseta xwe a welatheziyê bigihînin asta helbesta wî.
Îcar ku em car din vegerin ser sernavê nivîsara xwe û em ji xwe bipirsin û bêjin, “Şa’îrek çendî dikare bibe şa’îr?”
Em ê karibin bêjin;
Heke tu Cegerxwîn bî; helbet, tu yê bo hest û qîrîn û hawar û şahî û êş û keser û hemû hêmanên hebûniya gelê xwe bibî Ceger û tu yê Xwîna ku li wan hatiye bexişandin di şi’îrên xwe de bi cîûwar bikî, şûngeheke li gorî gelê xwe û bi ya dilê kesê Kurd daynî û wê şûngehê di axeke terîtoryal de cî bi cî bikî û helbet; dê gelê te şi’îrên te li xwe bike helbest û wekî diyariya te ya nayvegerandin xwedîtiyê lê bike û bi hebûniya xwe re li mil û pişta xwe bar bike û veguhêzîne siberojeke asogeş.
Û helbet em ê karibin;
Li xwe vegerin û li şa’îrê ku helbesta ruhê me, helbesta zimanê me di hebûniya me de bicîûwar kiriye, binêrin; silaveke ji milkê dil lê bikin û a soxî em ê karibin bêjin; şa’îrek ancax dikare temet gelê xwe bibe şa’îr; û şa’îrek ancax dikare temet Cegerxwîn bibe şa’îrê gelê xwe.
* Ho: Li hin herêmên kurmancîaxêv bi wateya ‘deng-dengê bilind’ tê bikaranîn. Hozan jî wekî kesê ku ku dizane deng bide tê pênasekirin.
** Jêgirtina ji Arjen Arî ku digot, “Cegerxwîn kurdî ji esmanan daxist erdê.”
*** Weşanên Lîsê, di van dem û pêlên dawî de, hemû helbestên ‘şa’îr Cegerxwîn’ di du cildên ku pir bi pûtepêdayî li çapê hatine xistin, belav kir û car dî derpêşî çav û dil û mêjî û dîrok û çand û wêjeya; yanî hebûniya Kurdan kir.
Nivîs ji bloga Dilawer Zeraq a bi navê rewşenxame hatiye wergirtin