Serektiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirtûka “Şakarên Muzîka Kurdî” ya ji du bergan weşand.

Şaredarî di pirtûkê de, navên wekî Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de gelek hunermend anîn cem hev û weke pirtûk weşand. 

Pirtûk ji aliyê lêkolîner Zeynep Yaş ve hate amadekirin, di pirtûkê de serpêhatiya jiyana hunermendên Kurd, fotoyên belge-arşîvî, qeyda deng a her yekî sê stranên wan, ligel metna wan û şêweyê wan ê notakirî, cih digirin. Pirtûk 900 rûpel e, 142 dengên resen bi zaravayê Kurmancî, Soranî û Zazakî weke stran tê de hene û du DVD jî li ser in. 

Di berga pêşî ya pirtûkê de 52 hunermendên di navbera salên 1803-1930’î de hene, bega diduyan jî salên 1931-2015’an li xwe digire ku di vî beşî de jî agahiyên derbarê 58 hunermendan hene. 


Amadekirina pirtûkê

Lêkolîner Zeynep Yaş, behsa xebatên arşîvkirinê, naverok û heyama amadekirina pirtûkê kir. Yaş, bal kişand ser wê yekê ku xebata wan li Enstîtuya Kelepûra Kurdî ya li Silêmaniyê bi xebata li ser Eyşe Şanê dest pê kiriye û diyar kir ku paşê ev xebat li ser hunermendên Kurdî berfireh bûye û xebat wek xebateke arşîvkirinê dewam bûye. 


Xwe gihandine arşîva New Jerseyê

Yaş wekî din da zanîn ku wan li Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya Duhokê beşa lêkolînê daniye û heta sala 2011’an li vê derê xebatên Çand û Dîroka Kurdî meşandiye û got: “Dema ku wan lêkolîna xwe domandiye bi riya hevalekî, xwe gihandiye arşîveke li Emerîkayê, li New Jerseyê. Bi vî rengî wan xwe gihandiye qeyda dengê berhema bi navê “Şivanê Kurd” ku sala 1912’an ji aliyê hunermendê Suryanî yê Amedî Xosrof Malool li Mûsilê bi ser Odeon Plakê daye tomarkirin, her wiha dengê Alî Azgar Kurdistanî yê sala 1924’an, dengê Elmas Mihemed ê sala 1926’an, dengê Meryem Xanê û Tahir Seîdê Ebo ku sala 1926’an dengê wî hatiye qeydkirin, wan kariye xwe bigihîninê û di vê pirtûkê de berdest bikin.”


‘Me reseniya wan têk neda’

Yaş, bal kişand ser wê yekê ku hunermendan ji plak, kaset û qeydên malê herî zêde sê stran hene û wiha got: “Bêyî ku em reseniya wan tev bidin me ew anîn asta guhdarîkirinê. Du caran hatin paqijkirin, jixwe ev aliyê herî zor ê vî karî bû. Hinek stran du sê parçe bûne, peydakirina reseniya wan, karekî gelekî zehmet bû. Gava mirov guhê xwe bidê her çend zêde bi kalîte nebe jî me bala xwe da ser orjînaliya deng. Ligel ku min zanî hin stran ji bo wî hunermendî gelek giring in jî, ji ber ku dengê wan nebaş bû, min ew bi kar neanîn.” Yaş, aşkere kir ku notayên stranan ji aliyê hunermend Mihemed Ferha, Evren Koç û Eriş Dervişoğlu hatine amadekirin û Evren Koç sererastkirina notayan kiriye.


‘Me muzîka Kurdî esas girt’

Zeynep Yaş diyar kir ku di pirtûkê de ne tenê stranbêjên Kurd, heman demê stranbêjên bi eslê xwe ne Kurd ên wek Xosrof Malool, Karabetê Xaço, Aram Tîgran ku strana Kurdî gelek xweş gotiye jî hatine tomarkirin û got, “Me ji taybetiya nijadî bêhtir bala xwe da ser stranbêjiya serketî ya bi Kurdî.” Yaş, bi bîr xist ku wan cih daye hunermend û amûrjenan jî û got, “Bo nimûne, me bilûrbêjê herî baş, sazbendê herî serketî ligel jiyanname û qeyda dengan di pirtûkê de da.”


‘Ji bo Tirkî hatine wergerandin’

Yaş diyar kir ku dema wan lêkolîn kiriye, pê hesiyane ku gelek stranên Kurdî ji bo Tirkî hatine wergerandin û got, mebesta me bi vê xebatê ew e ku dîroka muzîka Kurdî em tomar bikin. Yaş wiha axivî, “Bo nimûne Elî Xendan ku qeydên wî di vê xebata me de hene, 132 salan jiyaye. Ji bo wî bernameyek hatibû amadekirin, gava min lê temaşe kir, min ev agahî bi dest xist. Ev hunermend ji bo gelek stranbêjên Soranîaxêv serçavî ye. Em dizanin ku gelek stranên îro ji wê demê ve mane û gihîştine îro.”


‘Me ji deverên cihê cihê qeyd dan hev’

Yaş got, wan qeyd ji warên cuda bi dest xistine û wiha behsa pêvajoya arşîvkirinê kir: “Gava me lêkolîn li ser hunermendekê dikir, derbarê wê de çi hebe, belge, qeyd, tev me hewl da bi destê yekem bi dest bixin. Berê di piyasayê de çi hebe me da hev, gava vê têra me nekir, me xwe gihand malbatê, ji wir me xwe gihand arşîvan û stranên gelek hunermendan me li ser înternetê peyda kirin. Bo nimûne Xosrof Malool heta Amerîkayê em ketin pey şopa wî. Li wê derê çi xebat ser wî hatine kirin, me dane hev û anîn. Li Başûr hevalên koleksiyoner hene ku karê baş ê arşîvê kirine, min gelekî ji wan sûd wergirt. Her weha radyoyên Kurdî arşîvên xwe bo min vekirin, gelek fêda wan gihîşte min. Dam û dezgehên bi ser Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Radyoya Duhokê gelek alîkariya min kirin. Bo nimûne, min nekarî biçim Kafkasyayê, hevalên wê derê gelek alîkarî bi min re kir. Stranên Kurdên Êzîdî yên Şengalê min berhev kirin, kê destek da min, min navê wan lêkir. Min diyar kir ka ji kê sûd wergirtiye.”


Hunermendên jin hene

Zeynep Yaş amaje pê kir ku wê ji Elmas Muhamed, Meryem Xan, Fevziye Muhamed, Gulbahar, Nesrîn Şêrwan heta Delîlayê 15 hunermendên Kurd ên jin jî di vê pirtûkê de qeyd kirine û got, 28 hunermendên jin jî dê di berga sêyan a pirtûkê de cihê xwe bigirin. 


 AMED