
Di desteserkirina şaredariyên bajarê Kurdan dor gihişte şaredariya Agiriyê. Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji wezîfê hate girtin û qeyum hate tayin kirin. Her wiha qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê kirin.
Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik ji peywirê hat girtin. Wezareta Karên Hundir Waliyê Agiriyê Musa Işin wekî qeyûm tayînî şaredariyê kir
Hevşaredarê Bajarê Agiriyê Sirri Sakik ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin. Sedema peywirgirtina Sakik ku li Enqereye nehat famkirin. Wezareta Karên Hundir Waliyê Agiriyê Musa Işil wekî qeyûm tayînî Şaredariya Agirî kir. Berîya qeyûm bê tayînkirin polîsan dora avahiya şaredariyê dorpêç kir û li avahiyê lêgerîn kirin. Polîsan avahî dorpêç kir û kirin bin ablukayê.
Qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê kirin
Qeymeqamê Stewrê Îdrîs Koç weke qeyûm tayînî Şaredariya Stewrê hat kirin.
Piştî ku di 25'ê sibatê de Hevşaredarê Stewrê ya Mêrdînê Mehmet Aydin Alokmen hat binçavkirin îro Qeymeqamê Stewrê Îdrîs Koç wekî qeyûm tayînî şaredariyê kirin. Polîsên ku bi ser şaredariyê de girtin biryara qeymeqamtiyê ji şaredariyê de ragihandin.
Hevşaredarê Elkê hat binçavkirin
Hevşaredarê Elkê Nûrettîn Ataman serê sibehê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê serê sibê polîsan bi ser mala Hevşaredar Nûrettîn Ataman, welatiyên bi navê Cindî Ataman û Davût Ataman de girtin ew bin çav kirin. Piştî hevşaredar Ataman hat binçavkirin polîsan bi ser şaredariyê de jî girtin û li odeya Ataman lêgerîn pêk anîn.
Sedema binçavkirina Ataman nehat zanîn û hate hînbûn ku Ataman li Miduriyeta Polîsan a Elkê tê ragirtin.
AGIRÎ / MÊRDÎN