
Av û ceyran nîne
Niha li navçeya Kercewsê ya Êlihê li 12 gundan ceyran qut kirin û welatî di tariyê û bê avbûnê de hiştin. Rayedarên DEDAŞ'ê 10 roj berê ceyrana depoyên avê qut kirin û welatî bê av hiştin. Piştî ceyrana depoyên avê hat qutkirin, li herêmê bi hezaran welatî û bi 10 hezaran sewal bê av û tî hatin hiştin. DEDAŞ'ê li gundê Qermutê li depoya avê 3 hezar û 450 TL ceza birî û ceyrana depoyê qut kir.
Av ji bîran derdixin
Li 12 gundan 647 hezar û 298 TL ceza birîn. Piştî ceyrana depoyên avê hat qutkirin welatiyan bertekên xwe anîn ziman. Welatiya gundê Tilhesenê Asiye Aslan (62), anî ziman ku perîşan bûn û wiha got: "Tu sûc û guhenê me tune. Dewlet çima li me wisa dike. Çi ji me dixwazin. Gelo mutahîtê ku ceyran qut kir dikare bê li vir bê av bijî. Welatiya bi navê Elif Aslan a 62 salî jî heman bertek anî ziman û diyar kir ku neheqiyek mezin li wan hatiye kirin. Welatiya bi navê Nezahet Aslan a 65 salî, welatiyê bi navê Salih Toprak ê 70 salî, Keyayê gund Abdurrahman Aslan, jî bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku 10 rojin bê avin û perîşan bûne.
DÎHA/ÊLIH