Hêzên rejîma Sûriyeyê, li Qamişloyê bi bombeyên gazê êrişê çalakiya ji bo bîranîna Komkujiya Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004’an de pêk hat û di encamê de bi dehan kes hate kuştin, kirin. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm kesek birîndar e û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.
Duh li seranserê Rojavayê Kurdistanê cangoriyên serhildana 12'ê Adara sala 2004'an hatin bîranîn. Bi hezaran kes li bajarên Qamişlo, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê li qadan komkujiyê protesto dikin. Li gorî agahiyên dawî agahiyên dawî, li Taxa Qudûrbeg a Qamişloyê hêzên rêjîma Baas bi çek êrîşî girseya gel kirin û herî kêm birîndarek heye. Pevçûna li bajêr berdewam dike.
Êrişa bi bombeyên gazê ya li ser xwepêşadana li Qamişloyê demeke dirêj berdewam kir. Li taxên Hilêliyê û Enteriyê jî, hêzên rêjîmê êrîşî Kurdan kirin. Bi deh hezaran kesên tevli xwepêşandanan bûn berbi goristana Qudûrbeg ve meşiyan. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm kesek birîndare û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.
Her wiha, komkujî li Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê û hemû bajar û navçeyên Rojavayê ji aliyê dehezaran ve tê protestokirin û protesto heta dereng berdewam kirin.
ANF/QAMIŞLO
Li Hewlerê şermezariya tevkujiyê
Rexistina Çalakiya Heftanê ji bo piştgiriyê bide çayamişa 12 adarê ya Şorêşa Sûrîyê, ji Çar Rêya Enqawa heta ber Netewêyen Yekbûyî (NY) meşek pêk anî.
Li Hewlerê ji bo piştgiriya Şoreşa Sûriyeyê meşek hate lidarxistin. Di meşê da çalakvanan ala Herêma Federal a Kurdistanê, ala Sûriyê û gelek wêneyen kesen ku li Sûriyê ji aliye rejîmê ve hatin katilkirin hatin hilgirtin. Çalakvanan li dijî Beşar Esed dûrûşm berzkirin û pankartên, ‘Rejîma Sûriyê bila hilweşe’ hatın hilgirtin. Di çalakiyê de helwesta hezên asayîşa Herêma Federal a Kurdistan hate nirxandin û hate zanîn ku berê destûr nedida wan, lê niha destûr dan meşê. Li ser navê komê Endamê Rexistina Çalakiya Heftanê ji bo Piştgiriya 12 adar a Şorêşa Sûriye Mehmed Emîn Ferho, diyar kir ku wan gelek caran ji bo tecrîda li ser Rêbere Gele Kurd Abdulla Ocalan xwestin heta ber derî NY bimeşin lê rastî astengiyê hatin û wiha got: “Bila kuştin ben rawestandin û leşkerên ku nav bajêra hatine bicîh kirin ji bajaran ben derxistin. Ji bo ku alîkarî bigihîje bajarên ku têk çûyi divê re werin wekirin û rewşa asayî bê sazkirin. Her wiha bila hemû girtiyan bên berdan. Piştgirî ji bo muhalîfen Sûriyê ye ji bo avakirina deshilatek demokrat, bê dayîn.” Piştî meşê li ser navê komê 3 kesan daxwazên xwe radestî Nûnertîya NY’ê kir.
HEWLÊR