Di serdema Romayê de li Skoçyaya roja me ya îro federasyoneke miletê Keltî hebûye. Ha vî miletê cotyar li pey xwe herî kêm 30 sembol û nîşaneyên razbarkirî hiştin. Muhtemelen, ji beriya mîladê sedsala 10´an heta bi beriya mîladê sedsala 3´yan li vê deverê hebûne. Ev nîşanên xwe jî li ser bi sedan peykerên kevirî, û halet û amûrên ji hestûyan verotine. Axir hê nû arkeolog belkî gavekê biavêjin ber bi wê sirr û razê ve ka kengî ev sembol hatine verotin li ser van kevir û hestûyan, lê herçî maneya wan e, ew her sirreke wî miletê Keltî ye.

Di nava cihê ku ev sembol li wan hatin dîtin de, çend madeyên organîk hatin dîtin di nava van de dar û hestû jî hebûn. Li gorî testa karbon, herçî dar in ji 200-300´î beriya mîladê mane, herçî hestû ne jî ji teqrîben 400´î beriya mîladê mane.

 

EDINBURGH