Wek kes, komik û fraksiyonan ku xwedanê cihaneke xwe parastin û pejirandindayîneke teng de ne, têgîhîştina vê hê dijwartir e. Di guhertinên taktîk û stratejiyan de serê kes, kom û faksiyonan piçûk û teng zû tevlihev dibe, leme bê ku kûrahiya van vizyonên nû têbigihîjin, dibin xwedanê dijderketineke bertekî.
Dema birêz Ocalan di Newroza 2013 an de bi peyamekê ev gava nû avêt û pêvajoyê rêya çareseriyê da vekirin, mejiyên teng nekanîn armanca vê pêvajoyê têbigihîjin, dest bi teoriyên qaşo şoreşgerîyên redîkal kirin. Jixwe rewşa van derûdoran tê zanîn, di dema şer de, bertekên dij şer, di demên aştîyan de jî bertekên dij aştiyê nîşan didin. Bi gotineke kurt û kurmancî bi xwe jî nizanin, ka çi dixwazin.
Hin aliyên dewlet, serkarî û dewleta paralêl jî ev pêvajo li gor berjewendiyên xwe wek xetereyeke mezin didîtin, lema serî li provokasyon û sabotajan dan. Bi tevê hin hêzên navnetewî provokasyona herî mezin a wek komplo li Parîsê pêkanîn, sê sterkên asûmanî ji kezeba me qetandin. Lê wek wan nebû, şoreşa Kurdistanê rengek navnetewî girt, daxwaziya wan di qirika wan de fetisî.
AKP û dewleta kûr/paralêl (fetulahî û..) ya ne xwedan vizyon û kapasîteya çareseriyê ne, li gel dek û dolaban xebitîn ku bi destên maşeyên wek El Qaide şerê qirêj li ser xaka Rojava bidomînin û di wê xalê de bigihîjin armancên xwe, lê li hemberê berxwedana şoreşgerî bi hevalbendên xwe ve têkçûn, bi navnetewî navên wan lewitî.
Dewleta tirk bi serkariya real, ya paralêl û muhalefeta xwe ve di dema şer de bi yek dengî li dij kurd û Kurdistanê polîtîka metîngerî dimeşandin, jiwê ji kêmasiyên hev re çav digirtin, desthilatî zêde nedikirin bin pirsiyariyan. Bi têkçûna politîkaya wan a li dij Rojava û hemû provokasyonên wan di valahiyê de man û bi hev ketin.
Ji ber ku kemalîstên layîq ji vizyona bersiva demê bêpar bûn, ne li gor berjewendiyên welatên rojava bûn, li gel wê bi hemû qirêjiya şerê taybet re jî nekanîn pêşî li Tevgera Azadî bigirin, hêzên xwedan erk koalisyona kemalîstên îslamîst anîbûn ser kar.
Dewleta di bingehê xwe de bi awayê çetewarî hatibû avakirin, li ser bingehê talan, şêlandin, xapandin û şantajan dihat birêvebirin; bi hatina vê serkariyê jî bi takiye û sextekariya îslamîstan re hê qirêjtir bû, ji ber ku şer ev gemarî vedişart deng ji wan derneket, bi rawestan şer re gengeşiya talan û dekbaziyan di nava koalisyona îslamîst de rû da. Vê rewşê hemû qirêjiya wan li ber çavan raxist û rengê wan nîşanda. Ev dewleta wek serkariya osmaniyên ku mîna „mirovê nexweş“ ê zuxrê Stenbolê dihat zanîn, niha bûye „mirovê nexweş“ ê Anatolyayê. Her du aliyên dewletê jî (serkarî û paralêl); rezîlî û qirêjiya hev du li ber çavan radixînin.
Di vê sala 2013, de li dij wek keleha derewan di serxwe de ruxandina serkariya tirk, Tavgera Kurd bi giştî di nava polîtîka cihanê de xwerû di kesayetiya tekoşîna Rojava de rewabûneke bi rûmet derxist pêş, li gel wê gavên ji bo yekitiya netewî bi likumîn be jî hatin avêtin.
Mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev tev de berhemên vê pêngava nû ya di Newroza 2013 de bi peyama Birêz Ocalan re destpêkirî ye. Mejiyên teng ên kesî û kompiçûkan jî hêdî hêdî vê rastiyê têdigihîjin.
Ev nîşaneyên sala 2013 bi zelalî nîşan didin ku wê sala 2014 bibe sala serkeftinên Tevgera Azadî ya xwedanê vîzyonên kêrhîtî ye. Wê serkariya AKPê di hilbijartinan de birîndar derkeve. Yan wê bi Tevgera Azadî re rûne û çareseriyê pêşbixe, yan jî ji hev bipelişe û wek serkariyên din têk biçin. Wê Fetullahî yê rûçikên wan ên zîşt û heram derketî rastiyê jî, êdî ber bi têkçûnekê ve biçe. Paşmayîyên kemalîstên laîq li hin cihan serkeftinên piçûk bi destbixe jî, wê di nava fetisandinê de bimîne.
Sala 13. an neynika 14.
Polîtîka bi serê xwe hunereke taybetî ye, pisporî û azmûnên salan dixwaze, pêdiviya wê bi stratejî û taktîkên kêrhatî heye. Ev li Rojhilata Navîn a ku di nava geremoleke bi heriya baweriyên paşverû-feodalî û di bin dek û dolabên berjewendiyên dewletên Rojava de ye, hunereke hê dijwartir e.