Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyeke nivîskî, 12. salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û ji Erdal, Adil û Nûdayan heta Azad û Çekdaran hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bi bîr anîn. Fermandariyê soza biserxistina têkoşîna azadiya gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, da.
Di daxuyaniya nivîskî ya fermandariyê de hat gotin, “Tevî ku vê pêvajoya têkoşînê, mêhtingeriya Tirk gelek caran ber bi maseyê ve kişand jî, dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP’ê her tim bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoyê bû û her carê konsepta serdestkirina sîstema mêhtingeriyê xist rojevê. Li ser vê bingehê, di hevdîtinên dawî yên li Îmraliyê de mase careke din hat qelibandin. Ji aliyekî ve sîstema êşkenceya Îmraliyê ya ku cihê xwe di nava ti exlaq û hiqûqê de nîne li hemberî Rêber Apo hat meşandin, li aliyê din jî li dijî siyaseta Kurd a demokratîk siyaseteke nû ya qirkirinê hat destpêkirin, zextên li ser gel hatin zêdekirin û bi êrişên leşkerî hewl hat dayîn gerîlayên azadiya Kurdistanê bên tesfiyekirin.”
Li seranserê Kurdistanê ruhê Pêngavê
NPG´ê got, ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê ne tenê li Bakurê Kurdistanê li parçeyên din ên Kurdistanê jî rê li ber serdemên nû vekiriye û weha dewam kir: “Gelê Rojava û hêzên parastinê yên li ser bingeha vî ruhî têdikoşin, nîşan dan ku êriş ji ku û çawa tên bila bên, ew ê xwe biparêzin.”
Ber bi pêngaveke mezin ve
NPG´ê berxwedana Kurdistanê li dijî şerê topyekûn ê mêhtingeriya Tirk bi pêşengiya AKP’ê bi bîr xist û got, “Dewleta AKP’ê ya li pêşberî vê têkoşîna mezin dîn û har bûye, rêbaza xwe ya şer gihand asta barbariyê û ji bo hilweşandina bajarên Kurdistanê serî li siyaseteke qirkirinê û zilma mêhtingeriyê daye. Ev yek nîşan dide, emrê mêtîngeriya Tirk li Kurdistanê kêm maye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê Kurdistanê, wê li dijî vê siyaseta barbar û hov a mêhtingeran, li çiya û bajaran berxwedanê xurt bikin û sala 13’an a 1’ê Hezîranê veguherînin pêngaveke mezin.”
NPG´ê Pêngava 1’ê Hezîranê li tevahiya gelê Kurdistanê û hevalên xwe yên têkoşînê pîroz kir û weha soz da: “Ji bo ku sala 13’an a Pêngava 1’ê Hezîranê bi ruhê fermandarê fedayî Çiyager bikin sala serketinê, bi fedekarî û biryardariyeke mezin em ê têkoşîna xwe xurt bikin.”
ANF / BEHDÎNAN
1´ê Hezîranê misogeriya serketina gelê Kurd e
Fermandara YJA STAR’ê Zeynep Cudî jî li ser mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re peyivî û got: “Eger pêngava 1’ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê azadî û li Sûr, Nisêbînê û Cizirê berxwedana bi rûmet çênebûya. Bi ruhê 1’ê Hezîranê wê serketina gelê Kurd misoger bibe.”
Cûdî diyar kir ku pêngava 1’ê Hezîranê di sala 2004’ an de li hemberî êrişên dijmin ên hovane hat meşandin û weha domand: “Êriş û girtinên li ser gel, operasyonên li ser gerîla çêdibûn, li hember van polîtîkayên dijmin kêr gihişt hestî. Li hember qetlîamên li ser gelê Kurd, girtinan û li hember şehadetan me êdî nedibû ku em bêdeng bimana. 1’ê Hezîranê me pêngavek nû avêt, pêngava nû ji bo azadiya gelê Kurd bû.”
AKP li hember pêngavê şikest
Cudî Pêngava maneya 1’ê Hezîranê ya roja îro jî bi van gotinan dinirxîne: “Eger pêngava 1’ê Hezîranê nebûya, wê li Kobanê, li Rojava, li Bakurê Kurdistanê hêzên me yên leşkerî nikaribûna xwe bi rêxistin bikirana. Eger pêngava 1’ê Hezîranê nebûya, îro berxwedana Bakurê Kurdistanê wê li Cizirî, Sûr, Silopiya, Nisêbîn,Hezex û Geverê çênebûya. Wê îro ji heft heta heftê saliyan ji bo azadiya gelê Kurd tênekoşiyana.”
Cûdî xwedî derketina li Pêngava 1´ê Hezîranê weke erkekê bi nav kir û got, AKP li hemberî vê hemleyê şikestiye. Cûdi axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hêviyên me hene ku hemû ciwanên Kurd tevî berxwedanê bibin. Bi ruhê 1’ê Hezîranê hemû ciwanên kurd tevlî refên PKK’ê bibin û tevlî vê berxwedana dîrokî bibin. Bêdengî mirin e û di cihê xwe de mayîn binketin e.”
Ruhe avaker ê têkoşînê
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê, Pêngava 1’ê Hezîranê nirxandin û gotin, “Ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê li Rojava, Şengal û Bakurê Kurdistanê têkoşîneke bêhempa ava kir.”
Gerîlaya YJA Starê Sarya Cûdî, li ser girîngîya Pêngava 1´ê Hezîranê got, vê pêngavê ji bo hêzên jin destketinên mezin bi xwe re anîn û weha dewam kir: “Ew analizên Serokatî yên ji bo sistêmê hişt ku em sîsteman hîn zêdetir nas bikin. Heta hemleya 1’ê Hezîran’ê mirov dikare behsa dijminê hundirîn ku ‘dixwest bikeve hundirê me û me pûç bike’, bike. Bi wê şêwazê xwest tevgera azadiyê marjînal û tine bikin. Mirov dikare bêje ku, hemleya 1’ê Hezîranê, li hemberê vê ferasetê destpêk bû.”
Cûdî îşaret bi bandora hemleya 1’ê Hezîran’ê ya li têkoşînê kir û got, “Îro li Rojava û li Bakurê Kurdistanê, li Şengalê encamên berxwedanê xurt derdikevin holê. Şoreşa Rojava ji bo gelên cihanê bû hêvî û mînak. Ev jî bêguman bi encama hemleya 1’ê Hezîran’ê derketiye holê. Ez dibêjim bila gelê me xwedî li vîna xwe û têkoşîna ewladên xwe derkeve. Û her weha banga min li hemû ciwanên Kurd ev e, bila werin tevlî nav refên gerîla bibin.”
‘2016 wê bibe sala serketina Serokatiyê’
Gerîlayê HPG’ê Zinar Sîpan yekser di pêvajoya pêngavê de cih girtiye, dibêje, pêngava tevgera wan dayî destpêkirin dijmin ji her alî ve xiste nava şokekê û weha axaftina xwe dewam kir; “Mirov dikare bêje hemleya 1’ê Hezîranê bi qasî hemleya 15 Tebaxê girîng bû. Ji ber ku hem ji hêla stratejîk, hem ji hêla taktîk ve, guhertin veguhertin hatibû çêkirin. Êdî dihat zanîn ku bi demeke nû re pêwîst e şer were meşandin. Ev hemle bi taybetî di guhertina taktîk de, bandora xwe kir. Dijmin şok bû û şaş ma.”
Sîpan diyar kir, îro li ser her çar perçên Kurdistanê encamên pêngava 1’ê Hezîranê bi rengekî xurt derketine holê û weha dawî li gotnên xwe anî: “Bi ruhekî fedaî em ê têbikoşin û sala 2016’an bikin sala serketina Serokatî û gelê Kurdistanê.”
SOZDA XEBAT / ZEYNEP NÊRGIZ/ANF / BEHDÎNAN