Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a kanala Medya Haberê û bersiv da pirsên Dervîş Eren.

Kalkan bi bîr xist, ku partiya wan dikeve sala xwe 40. û bi vê wesîleyê salvegera partiyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gel pîroz kir.

Kalkan destnîşan kir ku ew hêvîdar in ev cejn rê li ber azadî û serketinê veke û got, “Ev yek di heman demê de bangeke civîna me ya komîteya navendî ye. Komîteya me ya navendî sala 40’î girîng dît û ji bo sala 40’î plansaziyeke taybet amade kir. Bang li hemû endamên partiyê û gel kir ku di xeta Rêbertî de bibin xwedî pîvanên partiyê, li her qadê bi seferberiya rêxistinî û li ser xeta serketinê têbikoşin. Helwêsta welatparêzî û şoreşgerî ya sala 40’î bi vî rengî hate destnîşankirin. Ji bo têkoşîneke bi vê rêbazê were meşandin, biryarên gelekî girîng ên îdeolojîk, polîtîk û leşkerî wergirtin û armancên girîng danîn pêşiya xwe.”

Kalkan bi bîr xist, ku zext, tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin, rojeva herî girîng a civîna wan bû û got, “Ev yek di heman demê de ji bo me cihê rexnedayinê ye. Dewamiya pêvajoyeke bi vî rengî ya zext û zordariyê, bi awayekî cidî tehdeyê li tevger û gelê me dike.”

Kalkan da xuyakirin ku di civîna komîteya navendî de wan nêzîkatiyên nû yên faşîzma AKP-MHP’ê nirxandine û hewl dane sekna Rêberê Gelê Kurd fêhm bikin. Kalkan wiha dewam kir: “Rêbertî fermanê dide me ku em bi pratîkeke serketî û rast a ku pêşwazî li vê pêvajoyê bike, nîşan bidin. Ji me re dibêje; Şoreşê bikin. Me ev yek bi zelalî tespît kir.”


Serketina Reqayê hevsengî ji hev xist

Kalkan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser serketina hêzên QSD’ê li Reqayê û anî ziman ku vê serketinê hevsengiyên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn leqandine.

Dûran Kalkan diyar kir ku ji destpêkê ve eşkere bû ku ev encam wê derkeve holê û got, “Me diyar kiribûn ku eger DAIŞ li cihê jê re paytext dibêje bê pelçiqandin û têkbirin wê hevsengiyên li herêmê bi rengekî cidî bên guhertin. Ya ku niha diqewime, eleqeya xwe bi vê re heye. Referandûm jî, êrîşa artêşa Iraqê jî, bûyerên li Siûdî diqewimin jî, bûyerên li Lubnanê diqewimin jî pêwendiya xwe bi vê re heye. Li Iraqê di asta darbeyê de hin bûyer qewimîn. Li Siûdî darbeya qesrê hate kirin. Li Lubnanê serokwezîr îstifa kir. Ev hemû, bûyerên ku serketina Reqayê rê li ber wan vekirî ne.”

Kalkan destnîşan kir ku li pişt têkoşîna li Iraq û Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ’ê, li pişt serketina li Şengal, Kobanê û Mexmûrê, têkoşîna lehengî ya li Bakurê Kurdistanê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê heye û got, “Lewma navenda stratejîk a li Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê ye. Pêwîst e têkoşîna li Bakur bi vî rengî were fêhmkirin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN