‘Sala Berxwedana herî mezin’

Komîteya Rêveber a PKK’ê, şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyî yên meha Gulanê bi bîr anîn. PKK’ê got, “Di 39. salvegera şehadeta wî de em di şexsê mîlîtanê mezin ê yekem ê Apoyî Hakî Karer de tevahiya şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin” û diyar kir ku Hakî Karer hem ji damezirandina PKK’ê re bûye wesîle, hem jî bûye wesîle ku meha Gulanê wek meha şehîdan a Kurdistanê bê îlankirin.
Di daxuyaniya PKK’ê de îşaret bi soreşgerê mezin Îbrahîm Kaypakkaya hat kirin p hat gotin “Wî li dijî zihniyeta faşîst darbekar bi biryardariya mezinkirina têkoşînê berê xwe da gerîlatiya çiyayên Kurdistanê û 18’ê Gulana 1973’an bi êşkenceyê li zindana Amedê hate qetilkirin, em bi rêzdarî wî bi bîr tînin.”
Şehîdên berxwedana Hîlwan û zindana Amedê
PKK ji rêberê ciwanên Hîlwanê Halîl Çavgûn ê 19 Gulanê 1978´an jiyana xwe ji dest dayî, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn ên ku 15 Gulana 1982´yan li zindana Amedê jiyana xwe ji dest dayî, Êrîş û Andok ên 27’ê Gulana 2012’an li Kayserî jiyana xwe ji dest dayî hatin bibîrxistin û PKK weke “partiyeke şehîdan” hat binavkirin.
PKK´ê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Hakî Karer “Ruhê min ê veşartî bû” jî bi bîr xist û got, “PKK bûye rastiya şehîdên zindî. Tevgerek wisa li dijî her cure êrîşên dijmin dizane li ber xwe bide û bi ser keve.”
Ji bo hebûn û azadiya Kurd Berxwedan
PKK’ê bal kişand ser berxwedanên gel ên li Rojava û Bakurê Kurdistanê, destnîşan kir ku têkoşîn êdî bûye malê gel û ev sal sala herî nêzî serkeftinê ye û got, “Partiya me PKK’ê di 40. sala şehîdan de wê di xeta Apoyî de vê salê bike sala berxwedana herî mezin û serkeftinê.”
‘PKK teqez wê bi ser keve’
Fermandarên HPG´ê Azad Sîser û Çekdar Amed ên îsal 2’yê Gulana li Amedê jiyana xwe ji destdayî jî di navê de Fermandariya NPG´ê di daxuyaniya xwe de şoreşgerên Gulanê jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn û got, “PKK’e, qasî ku bi şehîdên xwe serbilind e û partiyek şehîdan e, bibîranîna wan ji bo bi Rêbertî re dike sedema azadiya gelê me, zehmetî û bêderfetî her çi dibin bila bibin, wê li ber xwe bide û teqez bi ser keve.”
NPG´ê da zanîn ku hêzên gerîla wê bi şîara “Kurdistana Azad-Rêbertiya Azad” sala 2016’an çalak bin û bîranînên pakrewanan bigihînin asta herî bilind. NPG´ê bi vê sozê dawî li daxiyaniya xwe anî: “em ê bêyî tawîz parastina jiyaneke li gor bîranînên wan bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
