Babeta herî bi êș û wek sûrava giyanhelandinê salê du caran bibîranîna kurdî ye. Çima ne her roj 24 saet, tenê du roj? Carna nirxandin û hûrkolînên bi daneyên zanistî dagirtî jî ji bo diyardeyeke wiha bin ragirtî tu sûdekê nade, dibe hinek êș û rastiyên șilftazî bîr û wîjdanan zext bike.
Baba Rah ê helbestvan û hozanê Cafer el Kurdî di salên 840 î paș mîladî de bi zarava kurmanciya jor û Baba Tahîr Uryan jî di sedsala 11´an paș mîladê de bi Fehlewî, Kurdî (Lûrî, Lekî) helbestên karlêka wan li vê roja me jî dibe, nivisandine. Wê demê zimanek bi navê tirkî nedihat nasîn, wek tirkî hê bi sedan zimanên îro hene jî, di pîyasê de tunebûn.
Ne tenê Baba Rah û Baba Tahîr, Eliyê Herêrî yê newayê evînê, Melayê Cizirê bi rengê tasawuf û felsefê, Feqiyê Teyranê efsaneyên bi raz, Ehmedê Xanî yê evîna netewî, ma tenê ew? Eliyê Termoxî, Siyapûș, Pertewbegê Heqarî û û hê gelekan berhemên bê hempa ji me re hîștine, lê tev de bêxwedî, di sandiq û kuncikan de fetisîn! Ev zimanê van edîbên çavkaniya çîrokên Hezar û Yekșevî û Evliya Çelebî di nava zimanên herî pîroz de jimartibû, hezar heyf ma di vê rewșê de û bû olana axînan.
Belê ev zimanê ji kûrahiya dîrokê tê, ev zimanê bi aliyê pêncî mîlyonî ve tê axaftinê, zimanê dema bi wê helbest dihat nivisandin, gelek neteweyan tîp nas nedikirin, hê îro jî di nava rûpela sor de ye, li ber șêmûga têkçûnê ye, bi axîn nalenal e.
Li bajar û gundên ku hê hetanî doh Kurdî wek xwendina bilbilan, wek newayên xwezayê olan û reng dida wan çiya deșt, zozan, newal û deviyên xaka pîroz; niha li ser wê xakê zimanê kund û qirikan, zimanê dagirkeran șîrin û delal bûye, bi wê axaftin bûye serbilindî, zanayî û șarezayî, li her derê bi bombe û zûrîna guran olan dide.
Kurdî wekî sêwîyên dê û bav, hemû lêzim û xizmên xwe wendakirî, bi aliyê çend kesên li cihên girtî, li çenge û kuncikan de mayî ve tê axaftin. Di TV´yên li ser Tirksatê de jî tenê bûye awazê stran, govend û helperkekan, bi axîn dinale. Berhemên wî yên niviskî li ser dezgehan li ser keviya aliyekî bi qasê bihustekê bi stûxwarî li bi mîlyonan kesên li berhemê tirkî dinêrin û dikirin, bi tirs û axîn diheșîne.
Li kolanên Ewropê hê xeternaktir e rewșa vî zimanê birîndar. Dema muzîsyenekî sangoleyê kolan û kuçeyan li xaniyekî jihevdeketî kursa tamtamê bide, kurdê me bi serbilindî kur û keça xwe dișîne wir û ji mamostê Kurdî re dibêje: «Ê Mamoste zarok diçin kursa muzîke, nikane were dersa Kurdî!»
Li hember vê rewșa kambax ya zimanê me û helwesta me ya jixwerev di nav herikandina jiyana ewropî û tirkî de têkçûyî, hestiyên bav û kalên me di goran de bi of kișandinan dilerize, giyana wan li asûmanê welêt di navenda havînê de ji serman diqutife. Rast bê vê rewșa nostaljîk, mirov dikane çi bêje?
Pazdehê gulanê «Roja Zimanê Kurdî» em bi def û dîlanan, bi bang û hawaran, bi dirûșme û pankartan dadikevin kolanan; saetek, du saet û dû re? Kurdî dimîne di wê rojê de asêkirî! Mîna ku bi qestî Kurdî biqehirînin, dîsa tirkî șîrîn e li ser lêvên Kurdan, Tirkî ye bangewaziya kolan û bazarên me, ew zimanê lewitî dixemilîne mal û salonên me.
Haa! Yek jî di vê meha rezberê de, ango di despêka perwerdeya li dibistanên sêdarê de xuya dike rojên kurdî yên di ezberê de. Nîvê zarokan çend rojan li malê dimînin, ji bo hinekan jî ne xem û xal e, nahêlin polên dibistanan tal e. Piștî vê Kurdî dîsa dimîne li paș heft deriyên kilîtkirî asê li mal, Kurd li hespê tirkî siwar dibin û bi dil dibezîne li ser xaka me; bê ku ji șerman rûçik lê sor be.
Ev zimanê qedîm, ev zimanê netewe û gelên din nikanin di xewna xwe de jî bibînin, Salê du caran bibîranîn (!?) Ne șerm e ma? Tenê roj û hefteyek ji bo kurdî? Na, na! Divê jiyan Kurdî be, zimanê jiyanê Kurdî be!