Salek derbas bû, lê hikûmeta Iraqê hîna nehatiye avakirin. Li ser hilbijartina dema 4’an Parlamena Iraqê re ku pê 329 parlamenter hatin hilbijartin, salek derbas bû, lê piştî salakê hîna hikûmeta bi serokatiya Adil Ebdulmehdî temam nebûye. Sedema vê jî weke nakokiyên kûr ên di nava hêzên siyasî yên li ser wezîfeyan tê destnîşankirin.
Bandorê li kar dike
Cîgirê Serokê Îtîlafî Nefir, Neda Şakir li ser mijarê peyivî û got, “Iraq ji ber nakokiyên aliyên siyasî heta roja îro hat. Lewma Serokwezîr jî nekariye wezîfeyên vala, tije bike. Ev çar wezaretên vala mane, bi wekalet tên birêvebirin. Ev jî bandorê li ser asta ximzetguzarî û karên wan wezaretan dike. Bi taybetî wezareta perwerdeyê ku sala xwendinê ber bi dawiyê ve diçe, hîna vala ye.”
Dibe ku piştî meha Remezanê
Neda Şakir eşkere kir ku wezaretên karên hundir û parastinê gelekî girîng in û nabe li jêr bandoriya partiyên siyasî de bin: “Diyar bû ku partiyên siyasî di ferzkirina namzetên xwe yên ji bo tijekirina van wezaretan de şikestin. Lewma diviyabû Adil Ebdulmehdî kesên guncaw ji bo van wezîfeyan wezîfedar bikirina. Lê, wiha nekir. Ev jî ji ber sedema zextên siyasî yên ji aliyê hêzên siyasî li ser wî, bû.”
Cîgirê Serokê Îtîlafî Nefir, Neda Şakir diyar kir ku dibe ku piştî meha Remezanê pirsgirêkên wan 4 wezaretan werin çareserkirin.
ROJNEWS/BEXDA