Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesileya sala nû daxuyaniyek da. KJK´ê Sersal di serî de berxwedêrên doza rabûna tecrîda li dijî Ocalan dikin li hemû gelan pîroz kir û got, “2018 bû saleke ku raman, felsefeya Rêbertiya me herî pirr belav bûyî, hatî qebûlkirin û pejirandin. Rêbertiya me bi berxwedana xwe ji bo hemû bindestan, jinan û gelan bû çavkaniya herî mezin a hêzê.’’ Ji bo hemû jinan bûn hêvî Koordînasyona KJK’e bal kişand ser geşbûna têkoşîna gerîlayên jin a 2018’an û got, “Helwêsta azadiyê û berxwedana gerîlayên jin ji bo hemû jinên cihanê û gel bû hêvî. Jinên Kurd bi temsîla wekhev a li hemû warên jiyanê, reng û vîna jinê nîşan dan.” KJK’ê herî dawî got, “2019 ji bo jinan wê bibe sala têkoşîn û berxswedana mezin. Em ê ji bo tecrîda li ser Rêbertiya me bişike û ew azad bibe, têkoşîna xwe geş bikin. Ji bo dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bi ruh bibe, em ê zêdetir têbikoşin. Em ê jiyana azad teqez pêk bînin. Em ê bi hêza xwe, bi hêza gelan, bi berxwedanê bi ser kevin. Sersal li Rêbertiya me, gelê me, hemû jin û gelan pîroz be, em saleke tije azadî hêvî dikin.” 

 

ANF/BEHDÎNAN