Li gorî hinekan dîrok ji xwedubarekirina hin qewimîn û bûyeran pêk tê.  Li gorî Karl Marks bûyerek du caran diqewime;  carekê wekî trajedî, cara duyemîn jî wekî komedî. Bûyerên salên 90’î di bîra me de hê zindî ne, nifşên ku ew dem nedîtine, dikarin li fîlmên mîna Bahoz, Min Dît, Pres û Faîlî Dewlet temaşe bikin.
Roja 7’ê Îlonê li Stenbolê galaya belgefîlmê Veysî Altay “Faîlî Dewlet” hebû.  Di vî fîlmî de çîroka kuştinên ku li Cizîrê û derdora wê hatine kirin ji devê malbatan tê dayîn. Her wiha agahiyên ji îfadeyên îtîrafkar û kesên girtî jî bi zindîkirina lîstikvanan tên pêşkêşkirin. Ev fîlm çend dîmenan ji trajediya Kurdan pêşkêş dike. Bi van dîmenan êşa dilê Kurdan, zilma ku dagirkeran li Kurdan kiriye, carekê din li ber çavan tê raxistin.
Belê, bi hezaran kes di wan salan de bi destê kontrayan hatin kuştin, gelek ji wan hê jî winda ne. Malbatên wan bi salan in, li pey xizmên xwe ketine, dixwazin aqûbeta wan bizanin, lê tiştekî bi dest naxin.  Malbatên wan li Stenbolê bi salan e li ber Lîseya Galatasarayê her hefte roja şemiyê rûdinin, aqûbeta xizmên xwe dipirsin û dixwazin ku sûcdar werin aşkerakirin û cezakirin. Lê heta niha dewletê sûcê xwe qebûl nekiriye, aqûbeta windakiriyan diyar nekiriye û tu kes jî ji ber van kirinan negirtiye. Niha bi tenê Cemal Temîzoz û Kamil Atak, digel çend kesên din têne darizandin.  Cemal Temîzoz tevî ku girtî bû jî, ji wezifeya xwe nehatibû dûrxistin. Dibe ku piştî demekê van kujeran jî wekî kujerê Şerzan Kurt berdin.
Di demên krîtîk (hilbijartin, referandûm) de Tayîp Erdogan ew roj û bûyer dianîn bîra Kurdan, ji ber van bûyeran xemgîniya xwe bi rondikên çavan nîşan didan.  Wî qala rewşa Girtîgeha Amedê, şehîdkirina Apê Mûsa dikir û xemgîniya xwe diyar dikir. Lê di encamê de digot, “Em ê li Amedê  ji we re girtîgeheke mezin û nûjen ava bikin.” Di doza Ergenekonê de  ev qas general ji ber hewldanên derbeya leşkerî û kirinên wan ên li dijî îslamiyan hatin girtin, lê ji wan hesabê sûc û tawanên wan ên li Kurdistanê nehat pirsîn.
Çima wisa dibe gelo? Ji ber ku di kar û barên dewletê de berdewamî esas e. Wekî din jî heta ku di paradîgmaya komarê de guhartineke bingehîn çênebe, reng û dirûvê dewletê ji binî ve neguhere û nebe komareke demokratîk, dê rewş bi vî awayî bidome. Pêdiviya dewletê her tim bi komikên kujer heye, dewlet kengî tengav bibe, dîsa dikare dest bavêje heman rêbazan.
Îro jî Tayîp Erdogan gefa vê yekê li Kurdan dixwe, dixwaze Kurdan bi bûyerên van salan bitirsîne. Ji ber vê yekê qala rakirina mafê bêrîbûna parlamenterên Kurd dike, qala rojên Rêveberiya Rewşa Awarte (OHAL) dike.  Lê her kes dizane ku ne mercên navxweyî, ne jî mercên navneteweyî rê didin ku ev bûyer dubare bibin. Her wiha Kurd jî ne Kurdên berê ne, heke şerekî navxweyî derkeve mixabin dê her du alî jî qir bibin, dê bi hezaran kes werin kuştin. Heke AKP dixwaze tiştên ku anîn serê ermenan bîne serê Kurdan, bila kerem bike, awayê din êdî pera nake. Binêrin ew malbatên ku li Cizîrê xizmên wan bi destên çeteyên dewletê hatine kuştin dibêjin, “Em têra girtinan jî, têra kuştinan jî têra çiya jî hene, dewlet çi bike jî em dev ji doza xwe bernadin.” Nexwe her wekî Marks gotî, îcar dê hewldana vegerîna salên 90’î wekî komedî pêk were. Lê gef û hewldanên AKP’ê çendî komîk bin jî di encamê de zarok jiyana xwe ji dest didin. Lewre jî divê her kes li riya aştî û çareseriyê bigere.