Beriya pênc salan çeteyên DAIŞ’ê êriş birin ser Wargeha Mexmûrê. Şeniyên wargehê, di 5’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser wergahê de, bi merasîmekê berxwedana li dijî êrişan bi bîr anîn û bal kişandin ser têkoşîna hatiye dayîn. Di merasîma li Saziya Malbatên Şehîdan de, Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hisên Guzereşî axaftinek kir. Hisên Guzereşî diyar kir, ji bo ku gelê Başûrê Kurdistanê di komkujiyekê re derbas nebe, berxwedaneke mezin hat dayin û got, “Tevgera Azadiyê 12 heval şandin Şengalê, 8 heval jî hatin Mexmurê. Saziyên di wargehê de di serî de ciwan û bi giştî gelê wargehê, ji bo parastina wargehê xwe bi rêxistin kir. Li aliyekî jî ji bo parastinê hevdîtinên dîplomatîk dihatin meşandin, lê tu encamên erênî nehatin bidestxistin. Dewlet û hikûmeta herêmê seresere nêzîk bû.”
Lazim e wan rojan bînin bîra xwe
Hisên Guzereşî di dawî de bal kişand ser encama berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ´ê û got;”Di encama berxwedaneke mezin û berdêlan de ev herêm ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Lê belê li şûna ku ew roj werin bîra hêzên herêmê, em dibînin niha êriş û ambargoyên cuda li ser wargehê pêş dixin.
ROJNEWS/MEXMÛR