
Ligel bi ser erdhejê re salek derbas bû hêj birînên welatiyên Wanê nehatin sererastkirin. Piştî salek di ser erdheja Wanê re derbas bû, vê carê jî ji bo rastiya erdhejê nê windakirin, Pêşengeha wêneyên a bi navê “Bi wêneyan erdheja Wanê 13:41” hatin kişandin dê sibê li Wan, Amed û Stenbolê di heman saetê de bê vekirin û bîranînê erdhejê dê pêşanedan. Balkêşiya pêşengehê ew e ku saet di 13:41’an de di saeta ku par erdhej pêkhatiye vedibe û girîngiya navê xwe ji wir digire Ev pêşengeha wêneyan bi Hewldana Kiluba Wênekêşvanê Wanê ji 4 kesan destpêkiriye û niha ev kom gihîştiye 6 kesan û nêzî 2 mehan e xebata pêşengehê dane destpêkirin, per bi dawî kirin. Pêşengeha wênayan a ku hemû bîranînê erdhejê radixe ber çava, bi hevkariya Şaredariyên wek a Wanê, Sixkê, ya bajarê mezin a Amedê û Surê, Fotografxaneya Galata, Weqfa Wêneyan, Narphotos, Çanda Anatolyayê, Banqeya Garantî û Şaredariya Beyogluyê ji koma wênekêşvana re buye alîkar û sponsor.
Wê îro pêşengeh li 3 bajaran bê vekirin. Li Wanê li Parqa Feqiyê Teyran, Li Amedê li Galeriya Hûnerê ya Sumerparqê û li Stenbolê li Qada Tunêlê. Di pênşegehê de 70 wêneyên cuda yên ku ji aliyê wênekêşvanê navdar, amator, rojnamevan, Ajansa DÎHA’yê û rojnameya Îpekyolê ya heremî ku li Wanê weşana xwe dike hatine kişandin bê pêşandan. Wêneyên 40 kesan di nav pêşengehê de cih digire û wêneyên cur bi cur ku jana erdhejê tîne ziman hene. Li her 3 bajaran 70 wêne tên pêşandan û li her 3 bajaran wêne heman in. Li Wanê di navbera 23-24’ê Cotmehê de û di 1-2’ê Mijdarê de, li Amedê di navbera 23’ê Cotmehê û 9’ê Mijdarê de, li Stenbolê di navbera 23’ê Cotmehê heta 1’ê Mijdarê vekirî bên hiştin. Di aliyê aborîde jî saziyên li jor bûne alîkar. Dê di pêngehê de gelek rixistine sivîl ên civakî û gelek partiyên siyasî amade bin û bibin mêvanê wêneyan.
Li ser navê koma pêşengehê hûnermendê wêneyan Selîm Yildiz, derbarê armanca pêşengehê da agahî dan. Yildiz, diyar kir ku erdhejên di 23’ê Cotmeh û 9’ê Mijdara 2011’an de ên li Wanê pêk hatin rê li ber karesateke mezin vekiribû û bi sedan can ji wan hatine veqetandin û wiha got:”Bi sedan birîndar di bin enqazan de hatin rizgarkirin û gelek hemwelatiyên me seqet man.” Yildiz, anî ziman ku di erdhejê de tiştên ku wêranbûyî ne tenê avahî bûn û da zanîn ku lii pey erdhejê dîmenên hêvî û xeyalên hilweşiyayî yên mirovan man. Yildiz, da zanîn kul i bajarê Wanê ku tê de nêzî milyonekî mirov dijîn di demeke dirêj wekî bajarê xeyalet di hişên mirovan de ma.
Wêneyên bi kêfxweş
Yildiz, destnîşan kir ku di erdhejê de rûxandinên civakî, aborî û psîkolojîk pêk hatibûn û got wisa xuya dike ku dê di demeke dirêj hebûna xwe biparêz e. Yildiz li ser rewşa karesatê rawestiya û wiha domand: “Karesatên xwezayî yên em dijîn, rastiyeke erdnîgariya me û perçeyekî jiyana me ne. Lê mirovan ne erdhej, avahiyên ne saxlem dikujin. Ji ber ku hestiyariyeke civakî bi pêş neketiye û di qada gelemperî de ewlehiyên pêwist nehatine wergirtin. Bûyerên xwezayî veguherîne karesatan.”
Yildiz, bal kişand ser pêşengehê û ev tişt got: “Ev pêşangeha wêneyan wê, piştî her du erdhejan de hatibûn kişandın, bi armanca pêşxistina hişmendiya gelemperî ya karesatên ku dê biqewimin de hatiye amade kirin. Ji bo em rojên bi êş û dijwar ên van wêneyan anine bîra me careke din nejîn, em bale dikişinin ku ewlehiyên pêwist werin girtin û binesaziyeke baş a bajêr were çêkirin.” Yildiz, da zanîn ku ew wênekêşvan dixwazin ji niha û pê ve li cihê wêneyên civakî û xwezayî yên bi êş û jan, dîmenên kêfxweşî û dilxweşiyê bidin parve kirin.
DÎHA/WAN