Bi minasebeta 21'emîn salvegera azadkirina Hewlêr û 10'emin salvegera damezrandina PÇDK, li Hewlêr şahiyek hate lidarxistin. Navenda PÇDK li Hewlêr şahî pêk anî. Di şahiyê de Hevserokê PÇDK Diyar Garîp axivtinek kir û dazanîn ji her deme zêdetir deskeftê Kurd dibin metirsiyê deye wiha got: “Di sala 1991’de Kurd li Başûrê Kurdistanê raperîn û heremekî Kurdistan azad kirin. Îro em salvegera azadkirina Hewlêr pîroz dikin. Lê dibe em zanibin ji her demê zêdetir deskeftê Kurdan dibin metirsiyê deye. Îro eyni dem salvegera mafê otonomiye di sala 1970’an de ji aliyê dewleta Iraq’ı dane Başûrê Kurdistan’e. Wê deme jî mafê niha di destê Kurdan de dan, lê piştî çar salan dîsa şer derket. Ji ber ku dewleta Iraq tu cara mafê Kurdan bi samîmî nepejirandibû. Îro jî rewşek wiha li holiye.”
Di şahide Nûnerê PYD’ê Dr. Husin Koçer axaftinek kir û desnîşankir Kurdan Rojavayê Kurdistan dinava şoreşê deye û yekîtiya Kurdan ji herdemê girîngtire. Peyama Ciwanên Welatparêz ji di şahiyê de hat xwendin. Pêştî axiftinan Hunermed Canê, Dilşad Hewlêrî, Şêxmûs, Dilzar û Hemîd bi stranên xwe beşdarvanan çoşand. Li ber stranan Jinan û ciwanan bi govend gerand.
DİHA/HEWLER