Çareke dine ku em 14'ê Tebaxê roja salvegera komkujiya Şengalê bibîrtînin. 14'ê Tebax a 2007'an rojeke reş, rojeke tije xwîn û kuştin bû.
Qêrîna dayikan li ser çiyayên Şengalê digêhişte heya asîmanan.
Sala 2007'an ji bo Kurdên Êzîdî bû saleke ku me hemiyan bihev re fermana 73. derbas kir.
Dema min wêneyên yekemîn yên piştî êrîşê yê Şengalê min got belkî ev filmekî sînemayê be, lê belê ev wêne wêneyekî zindî bû.
Wêneyên hilweşandina malan, zarokên ku sewî man, miriyên ku hê di bin xirbeyan de mabûn û birindarên ku li ser birîninên xwe dinaliyan.
Dema ez çûm Şengalê, hêjî li kolanan bêhna miriyan dihat.
Dayikên li ber malên xwe yên helweşiyayî li zarokên xwe digeriyan… Zarokên birîndar yên ku bê dê û bê bav mabûn bi tirseke mezin li pêşaroja xwe dineriyan…
Ev wêneyên ku min dîtin ti carî jibîr nakim.  Gelê Şengalê bi hêviyên mezin li benda alikariyê bûn, wêdemê min got, Şengala birîndar bûye. 
Tu parastina Kurdên Êzîdî li Şengalê tunebu, hê jî Şengal li ser Musilê ye, ne li ser Kurdistanê ye.
Hêjî Kurdên Êzîdî weke ol nehatine qebûl kirin.
Hetanî roja îro di destûra bingehîn de weke bawerî ne li Tirkiyelê, ne li Sûriyeyê ne jî li Iraqê tê qebûl kirin.
Piştî komkujiya Şengalê Kurdên Êzîdî ji xaka xwe dûr dikevin û derbasî Ewrûpayê dibin.
Ev siyaset siyaseta dijmin bû, ku xwestin Kurdên Êzîdî ji çand û baweriya wan û ji netewa wan dûr bixinin.
Lê belê gereke herkes bizanîbe ku wek Kurdên Êzîdî ku me 72 Ferman derbas kirine, me serê xwe da, lê belê me dev ji baweriya xwe berneda… Me xwîna xwe da, lê belê me welatê xwe neda û em nadin jî.