Kurdistaniyên li Rûsyayê, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir. 

Li navçeya Mîchûrînsk a bajarê Tambov ê Federasyona Rûsyayê, Kurdistaniyan li salona Mala Gel şahiyek li dar xistin û sala 40. a damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Şeva ku ji aliyê Meclîsa Gel ve hate organîzekirin, bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna PKK'ê û nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser damezrandina PKK'ê hate nîşandan.

Ji rêveberên Tevgera Jinên Kurd a li Rûsyayê, Sarya Şevîn piştî nîşandana sînevîzyonê axivî û got, "PKK nav û rengê berxwedanê ye. PKK bû hêviya rizgariya Kurdên ku nasname û hebûna xwe ji dest dayî. Bû nûnerê herî mezin ê azadiyê. Tevgera PKK'ê ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo hemû gelên bindest bû hêviya azadiyê. Di nava şert û mercên herî zehmet de ya nepêkan bi ser xist û li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê serketineke mezin bi dest xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd îro ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ye."

Piştî axaftinê, Azad Bedran, Peywan Arjîn, Berfîn Mamedova û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Bi givenda beşdaran jî şev veguherî şahiyeke di hewaya cejnê de. 


ANF / TAMBOV