13’ê Mijdara 2015’an bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di yekemîn salvegera vê rojê de şervanên YBŞ û YJŞ‘ê operasyona bi navê PêngavaTolhildana Jinên Êzîdî dan destpêkirin. Bi vê wesîleyê Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê daxuyaniyek da û got; “Beriya bi salekê çeteyên DAIŞ’ê yên ku hatin ser xaka Êzîdxanê ya bajarê Şengalê, şikestina herî mezin ji destê şervanên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG û YJA Starê xwarin. Ji wê rojê heya niha çeteyên DAIŞ’ê roj bi roj ber bi tinebûnê ve diçin.”
Di daxuyaniyê de îşaret bi Pêngava Tolhildana Jinên Êzîdî ya hêzên YBŞ û YJŞ‘ê hat kirin û hat gotin, “Di aliyê rojavayê Şengalê dest bi rizgarkirina gundên Sikêniyê, Heyalê û Tewrê kirin. Heya niha gelek cihên stratejîk ketine destê şervanan.
Em weke Meclisa Avaker a Êzîdiyên Şengalê bi hemû saziyên xwe yên sivîl û civaka xwe ya welatparêz piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî YBŞ û YJŞ‘ê dikin. Em soz didin gelê xwe yê Êzîdî heta hemû xaka Êzîdxanê neyê rizgarkirin û Şengalek xweser neyê avakirin, kesên bûne sedema jenosîdê tên cezakirin, em ê ti carî bi paş ve venegerin.”
Meclisa Avaker a Êzidiyên Şengalê bang li gelê Êzîdî kir ku tevlî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî bibin û xaka xwe ji destê çeteyên DAIŞ‘ê rizgar bikin.
ROJNEWS / ŞENGAL