Wezîrê Lihevkirinê yê rêjîmê Sûriyeyê Elî Heyder got ku helwesta wan derbarê dagirkeriya Tirkiyê ya ji Bakurê Sûriyê hîna nehatiye guhertin û diyar kir ku ihtîmala derketina şerekî çekdarî di navbera wan û Tirkiyê de heye.
Wezîrê Lihevkirinê yê rêjîma Sûriyê Elî Heyder di hevpeyvîneke xwe de li gel ajansa Sputnik a Rûsiyê derbarê têkiliyên Îran-Tirkiyê yên girêdayî Sûriyê got “Helwesta Sûriyê ya ji bo dagirkeriya Tirkiyê ya xaka Bakurê Sûriye nehatiye guhertin” û destwerdana wan a ji Bakurê Sûriyê re wekî binpêkirina xaka Sûriyê bi nav kir.
Heyder got: “Diyarkirina cih û dem û mekanîzmeya şer di destê fermandarên siyasî û leşkerî yên rêjîm de ye. Eger mijar bi awayekî siyasî were çareser kirin û şer dernekeve wê baştir be. Tu qedexeyên vê yekê tune ye, tişta tekane ew e ku Tirkiyê hewl dide hebûna di Sûriyê de feriz bike, texmîn dike ku dê dîrok karibe tecrubeya Lîwa Eskenderon vegerîne.ʺ
ŞAM