Di nav şanda jinan de parlamenter, saziyên jin yên girêdayî YNK, guruba Jiyan, Tevgera Goran, Rejak û Tevgera Azad pêk dihat. Jinan bi rasthatina 36. salvegera damezrandina PKK´ê serdana Qendîl kirin. Şande li Qendîlê ji aliyê endama kordînasyona KJB’ê Roza Pinar, Besê Erzîncan, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Zaxo Zagros, endama Kordînasyona PAJK’ê Emine Erciyeş û gelek gerîlayan ve hat pêşwazîkirin.  

Wê jin yekîtiyê ava bikin

Endama kordînasyona KJK’ê Roza Pinar xêrhatina şandê kir û da diyarkirin ku wê yekitiya netewî ya kurd bi saya berxwedana jinan pêşbikeve û divê jin berxwedanek hevpar bi rêve bibin.  Herwiha Pinar di axaftinên xwe de behsa berxwedana 40 salan ya PKK’ê kir û wiha got: “Îro gerîla û pêşmerge di heman çeperê de li hember çeteyên DAIŞ şer dikin. Ev nişana azadiya gelê Kurd e, em sersaxiyê ji malbatên şehîdên li Celewla û Seidiyê re dixwazin. Emê wekî jinên Kurd û Kurdistanê ji bo bi cih anîna xeyalên şehîdan berxwedana xwe heya dawî bilind bikin û soza xwe ji bo şehîdan dubare dikin.”

Hevgirtin pêwîst e
Ji şandê aktivîsta jin Helale Rafee jî balkişand li ser yekitiya netewî û wiha axivî: “Çawa ku çeteyên DAIŞ ji netewên cûda tên û li ser navê cîhadê tevlîbun ji wan re çêdibe, divê em jî hem di nava xwe de hem jî di nava cîhanê de kesên ku azadiyê dixwazin hevbigrin û dengê xwe bilind bikin.” Piştî axaftinan şanda jinan serdana goristana Mehmet Karasungur ya li Qendîlê kir. Gerîlayên jin parêznameya rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyariya jinan kir. Piştî serdana goristanê şanda jinan vegeriya Silêmaniyê.


ROJNEWS/QENDÎL