Hevseroka Kongra Netewiya Kurdistanê (KNK) Nîlûfer Koç tevî şandeke ji endamên KNK'ê Pervîn Ezîz, Şîlan Hisên, Şikiralah Heme Emîn, Zekerya Heme Seîd û Ferhad Doskî, çû serdana Qaymeqamê Pêncwên Zana Rehman  û malbata welatparêz û çalakvan Kemal Şêx Sade yê ku 14'ê Nîsanê li gel Westa Sadiq Salîawayî hat qetilkiirin, û piştre çûn serdama gora Kemal Şêx Sade.


‘Pêwîst e bûyer bê zelalkirin’

Nîlûfer Koç tekîldarî serdana xwe ji ajansa nûçeyan RojNewsê re axivî û got, wan weke şandeya KNK'ê ji Qaymeqamê Pêncwên Zana Rehman re îfade kiriye ku qetilkirina Kemal û Saqid bûyereke siyasî ye û pêwîst e bûyer bê zelalkirin.

Koç di dewama axaftina xwe de ragihan ku Qaymeqamê Pêncwên jî soz daye wan, ku ji bo buyera qetilkirina Kemal û Saqid bê zelal kirin, çi ji destê wan bê wê bikin.


Roja 14 Nîsanê hatin qetilkirin

Çalakvan û welatparêz Kemal Şêx Sade û Sadiq Salîawayî 14'ê Nîsanê li navçeya Silêmaniyê Pêncwênê ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.

Kemal Şêx Sade yek ji wan welatparêzan e ku ev demeke dirêj e Tevgera Azadiya Gelê Kurd naskiriye û di nava kar û xebatan de bû. Kemal Şêx Sade sala 2013'an li ser lîsteya PÇDK'ê weke namzetê parlamenteriyê beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê bûbû.



ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS/PÊWCWÊN