Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê û serokê şandê Dr. Kamûran Berwarî, endamên KNK’ê Mehmet Emîn Pêncewênî, Seyît Ekrem, Ferhat Doskî, Fuat zîndanî, zekeriya Helepçe, nûnerê Partiya Şûî Ummet Mihemed Salih li gel niştecihên Binarê Qendîlê hatin gel hev û der barê bombebaranên demên dawî yên balafirên şer ên dewleta Tirk li dijî herêma Qendîlê de daxuyanî dan.

 Endamên şandeyê çûn serdana gundê Enzê yê ku ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatibû bombebarankirin û mizgeftekî ji bombebaranê zerer dîtî ziyaret kirin. Şande piştre çûn ziyareta gundê Zergelê yê ku di bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a 1’ê Tebaxa 2015’ê de 8 sivîl lê hatin qetilkirin de.


Bêdengiya li hember êrîşên li dijî sivîlan

Dr. Kamûran Berwarî ku li gundê Enzê yê girêdayî Binarê Qendîlê daxuyanî da, bal kişand ser êrîş û bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk ku demên dawiyê de li dijî Qendîlê zêde bûne û wiha peyîvî; “ Hikûmeta Başûr li hemberî hemû êrîşan çav û gûhên xwe girtine. Rêveberiya Başûr a ku pişta xwe dide dewleta Tirk, ewlehiya gelê Kurd jî xistiye metirsiyê. Divê li hemberî êrîşên li dijî gel û herêmê helwêst û nerazîbûneke neteweyî hebe. ”

 

Şer ne tenê li dijî gelê Bakur e

Şand çû serdana gundê Zergelê û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ku Endamê KNK’ê Mehmet Emîn Pencewênî axivî, got; “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newrozê de banga aştiyê kir. Lê dewleta Tirk û AKP’ê bi şer bersiv da vê banga aştiyê. Ev şer tenê ne li dijî gelê Bakûr, di heman demê de li hemberî gelê Başûr jî tê meşandin.”

Şande herî dawî çû serdana Şaredariya Binarê Qendîlê jî. Şande di heman demê de bi Endamê Têkiliyên Derve yê KCK’ê Serhat Varto re jî rûnişt, lêkolîn û nêrînên xwe parve kirin.

 

Pêwistiya bi helwêsta hevpar

Serhat Varto di daxuyaniya xwe de got, îro ji hemû demê zêdetir pêwîstiya Kurdan bi helwêsta hevpar heye û wiha peyivî; “Di demekê de ku balafirên şer ên dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, serdana Barzanî ya Tirkiyeyê encama wê yekê ye ku berjewendiyên gel tine tên hesabkirin û bi tenê berjewendiyên partiyê esas tên girtin.” 


 QENDÎL