Şandeya ji Komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî ya girêdayî Ofîsa Serokwezîriya Iraqê doh êvarê serdana Şengalê kir. Şandeya bi serokatiya Berdevkê komîteya Lihevkirinên Nîştîmanî Welîd Xalid, li navenda PADÊ ya Xanesorê ji aliyê Cîgirê Serokê PADÊ´yê Azad Evdal û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hate pêşwazîkirin. Her wiha nûnerênTevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) jî di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtinê de bi taybetî vegera koçberan ji bo li ser cih û warê xwe, tezmînata kesên di fermanê de mexdûr bûne û xizmet ji bo avakirina Şengalê were kirin, hatine nîqaşkirin. Di hevdîtinê de pêwîstiya avakirina komîsyoneke çavderî û pêkanînê ji bo van planan hatiye kirin.

 

ROJNEWS / ŞENGAL