Şandeya Partiya Çep a Alman (Die Linke) ku hatiye Rojavayê Kurdistanê bi serkêşiya Martin Dozler û alîkarê wî Britta Eder çû bajarê Girê Spî ku Rêveberiya Xweser lê hatiye ragihandin da ku çavdêriyê li rewşa bajar bike.

Şande ji aliyê Hevserokên Rêveberiya Xweser a bajarê Girê Spî Menûsr Selûm û Leyla Mustefa hate qebûlkirin.

Mensûr Selûm rewşa bajêr ji endamên şandeyê re şîrove kir û êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li dijî bajarê Girê Spî vegot. Selûm diyar kir ku piştî Rêveberiya Xweser li Girê Spî hatiye ragihandin, dewleta Tirk dest bi êrîşan kir.

Endamê Partiya Çep a Alman Martin Dolzer jî got ku ew dixwazin nimûneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bêhtir nas bikin û li Almanyayê bidin pêkanîn.

Dolzer li hemberî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî Girê Spî nerazîbûna xwe nîşan da û got ku ev yek nayê qebûlkirin.Şandeyê doh li nava bajarê Girê Spî geriya û rewşa welatiyan ji nêz ve dişopand. Paşê wê îro derbasî Kobanê bibe.

Şandeya Partiya Çep (Die Linke) di 25’ê Cotmehê de derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, li nava sazî û rêxistinên Rêveberiya Xweser û yên civaka sivîl ên kantona Cizîrê gelek hevdîtîn pêk anîn. 


GIRÊ SPÎ