Şandeya Emerîkayê ji siyasetmedarên Emerîkî û endamê Partiya Komarê û endamê Kongreya Emerîkayê yê parêzgeha Carolina Lindsi Olwen Gerham û endama Meclisa Şêwekaran ya Amerîkayê Jeanne Shaheen pêk dihat. Şande li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û Gundewarên wê ji aliyê fermandar û rêveberên Rêveberiya Sivîl ve hate pêşwazîkirin. Şande û hevserokê Meclisa Zagonsaz Farûq El-Maşî, hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şêxo, serokê Partiya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil li sûkên bajar geriyan û bi şêniyan bajêr re peyivîn.  ANHA/MINBIC