Şandeya Emerîkayê ku ji pêr ve li Reqayê ye, doh serdana saziyên xizmetguzariyê yên bajêr kir û rewşa xizmetguzariyê bi rayedarên Reqayê re gotûbêj kir.
Şandeya Emerîkayê ya bi serokatiya sefîrê Emerîkayê yê berê li dewleta Behreynê William Robak, li rex hin fermandarên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê doh serdana navenda Şaredariya Gel a Reqayê kir.
Derfet kêm in
Di civîna şandeyê ya li gel rayedarên şaredariyê de rewşa giştî ya bajêr hate nirxandin û endamên şaredariyê diyar kir ku pêdiviya wan bi hin alavan heye da ku karibin karê xwe bi rêk û pêk bidin meşandin.
Her wiha Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Ebid Hamid El-Mihbaş di civînê de got ji ber derfetên kêm ev xebat hê jî gelekî lawaz dimeşin.
ANHA/REQA