Piştî ku şande gihaşte Balafirgeha Hewlêrê ji çapemeniyê re daxuyaniyeke kurt hate dayîn. Demîrtaş got, “Hesreta mezin a Kurdan li çar parçeyan ew e ku Kurd bikaribin werin cem hev, lîder û partiyên Kurdan li hev rûnin.”

Di nav şandeya HDP’ê de ev kes hene: Berdevkê Meclîsa Jinan û Wekîla Sêrtê Besîme Konca, Alîkarên Hevserokan Fatma Kûrtûlan, Nadîr Yildirim, Wekîlê Stenbolê Celal Dogan, Wekîlê Amedê Îmam Taşçier, wekîlê Mêrdînê Mîthat Sancar, Wekîlê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, wekîlê Rihayê Osman Baydemîr, endamê Meclîsa Partiyê Abdullah Alagoz. 

Piştî hevdîtina li gel Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî ji alî HDP´ê ve daxuyaniyek niviskî hat belavkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku di civîna ku bi awayeke dostane pêk hatî de mijarên wekî pêwîstiya aştiyê ji bo herêmê û hevigrtina Kurdan û bi awayeke demokratîk çareserkirina pirsgirêka Kurdan hatine nîqaşkirin.    

Heyeta HDP´ê îro jî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrva Barzanî re hevdîtineke wê pêk bîne.


 HEWLÊR