Şande çû serdana BDP´ê
Şande li sînor ji aliyê Berdevkê Kordînasyona Têkiliyên bi Rojava re Mazhar Zumrut, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Rihayê Celalettîn Erkmen, Hevnamzeta Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya BDP’yî Leyla Akça, Wekîla Şaredarê Pirsûsû Hulya Demîr, hevnamzetên şeradariya Pirsûsê yên BDP’ê Orhan Şansal û Zuhal Ekmez û Endamê Komîsyona Alîkariya bi Rojava re Faruk Tatlı ve hatin pêşwazîkirin. Şande piştî pêşwazîkirinê destpêkê çû serdana Şaredariya Pirsûsê ku di destê BDP’ê de ye. Şande piştre jî derbasî Qaymeqamtiya Pirsûsê bû û bi Qaymeqam Abdullah Çîftçî re hevdîtin pêk anî.
Bi qeymeqan re rûniştin
Wezîrê Karên Derve Îbrahîm Kurdo ku derbarê ziyaretê de agahî dan, diyar kir ku ew bi awayekî fermî di deriyê sînor re derbas bûne û ev gelekî girîng e. Kurdo, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojava û pêşxistina têkiliyên bi Tirkiyê re ew girîngiyê didin vê ziyarete û got “Em ê ji bo ku Deriyê Sînor ê Kobanê ji bo bazirganiyê vê kirin û li ser gelek mijarên din bi rayedarên dewletê re hevdîtinê pêk bînin. Kurdo, destnîşan kir ku ewê bi waliyê Rihayê re jî hevdîtinê pêk bînin û piştre derbasî Enqereyê bibin û li wir jî bi rayedarên Wezareta Karên Derve re hevdîtinan pêk bînin.
RIHA