Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk eniyên şer ên girêdayî bajaroka Şêxler ku beriya çend rojan ve hatinbû rêzgarkirin, ziyaret kirin.Wezîrê Paristinê Ismet Şêx Hesen di axaftinana xwe de wiha got: “Em serkeftinê ji gelê kurd  û hemû pêkhateyên herêmê re dixwazin û em bi hêvî ne ku di pêşerojê de gelê Kurd,  Ereb û  hemû pêkhateyên herêmê di bin siya Suryeyek demokratîk de li ser esasê biratiya gelan bijîn.”

Enwer Mislim  jî diyar kir ku şervanên YPG û YPJ’ê  yên ji hemû pêkhateyan bi berxwedaneke bêhempa gelek deverên girîng ên Herêma Kobanê  ji komên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

Fermandarê Fermandarê Siwar El Reqa Ebû Îsa ku ji pêkhateya Ereb jî wiha got. “Em tu ferq û cûdahiyê di navbera xwe û pêkhateya Kurd de hîs nakin, ji ber ku em li ser esasê biratiya gelan li rex hev şer dikin û bi hev re dijîn. Lewra tu pirsgirêkên bi vî awayî di navbera me de dernakevin.” 


 KOBANÊ